Kedkarên Qamişloyê 1'ê Gulanê pîroz dikin
- 12:26 1 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi munesebata 1’ê Gulanê bi dirûşmeya “Bi keda civakên demokratik em ê Efrînê rizgar bikin bi Rêber Apo re azad bijîn” pîrozbahî tê lidarxistin.
Bi kombûna sedan karker û kedkarên bajarê Qamişloyê li gundê Hîmo pîrozbahiya 1’ê Gulanê dest pê kir. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û alên kongreya Star, TEV-DEM hat xemilandin. Di destpêka bernameyê de xêr hatina hemû mêvanan hat kirin, paşê deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin. Têkildarî rojê peyamên saziyan ji bo 1’ê Gulanê hat xwendin.
Paşê li ser navê Kongreya Star Hacir Hesen axaftin kir, Hacir got: "Em wek Tevgera Jinê ya Rojava Kongreya Star vê rojê di dest pê kê diyarî Rêber Apo dikin. Hemû karkerên jin bi dest û fikrê xwe ji bo pêkanîna azadiya demokratik îro li Rojava dixebitin. Em ser navê Kongreya Star silavên xwe yên germ ji Leyla Guven re dişînin, ew kedkara herî mezin e îro. 1'ê gulanê li tevahî kedkaran pîroz be."
Her wiha Hevseroka Komîteya Yekitiya Kedkarên li Kantona Qamişloyê Leyla Miho jî axivî, Leylayê di dest pê kê axaftina xwe de 1'ê gulanê li tevahî karkeran pîroz kir û got: "Bi boneya 1'ê Gulanê, roja cejna kedkarên cîhanê, wekî Yekîtiya Kedkarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, em pîrozbahiyên taybet pêşkeşî gel û kedkarên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî kedkarên Sûriye û cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê em doza serkeftina asta têkoşînê dikin û rizgarkirina Efrînê dikin."
Piştî axaftinan Koma Botan, Koma sazkar û Ridawan Dêrikî stran gotin.