Kesên ku li ber Gara Enqerê hatin qetil kirin, hatin bi bîranîn
- 12:19 1 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE – Li Enqereyê beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê, qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê bi qurnefilan hatin bibîranîn.
Bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ji bo kesên di Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Enqereyê di teqîna DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Hêzên ked û demokrasiyê beşdarî bîranînê bûn û ewil rêz girtin û dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîrkirin” û “Ji şer re na, aştî hema niha” berz kirin.
Hevseroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun axaftinek kurt kir û wiha got: “Em li ser navê qurbaniyan li qada ne. Heta em li kolan û qadan daxwazên xwe bi awayeke zelal nebêjin dê tu pêşketin çênebe. Tevî ku çend sal derbas bûn jî hêj li vir peykerek bîranînê nehat çêkirin. Em ê vê pêvajoyê ji nêz bi şopînin. Heta edalet were em ê li ber xwe bidin.”
Komê piştî axaftinê qurnefil danîn cihê teqîn lê pêk hat û pişt re jî çûn qada mitîngê.