Li Hewlêrê greva birçîbûnê ji aliyê jinan ve hat dewir girtin
- 11:49 1 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîdê hatî destpêkirin di roja 162'an de ji aliyê jinan ve hat dewir girtin.
Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin 162 roj li pey xwe hişt. Bi heman armancê çalakiya Nasir Yagiz jî bi biryardarî dewam dike. Berxwedana li Hewlêrê ya di roja 162’an de dewam dike ji aliyê koma 82'emîn a ji jinan pêk tê ve hate dewir girtin.
Di dema koma nu hat dewir girtin de Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş axivî û wiha got: “Di pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de îro 175 roj berxwedana ku dayî destpêkirin bi biryardarî dema dike. Îro li Nûnertiya Hewlêrê jî komek jin ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bê şikandin çalakiya greva birçîbûn dewir girtin. Em dibêjin ku heta tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me berdewam bike wê çalakiyên me jî bê navber dewam bikin. Ji bo vê yekê divê em hîn çalakiyên xwe xurt bikin û berxwedanê geş bikin, ji bo ku em serkeftinê bi destbixin.”