Karkerên xwestin tevlî pîrozbahiyê bibin qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan
- 11:37 1 Gulan 2019
- Rojane
RIHA - Karkerên tenduristiyê yên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ji Mereşê diçûn Rihayê, di rê de qeza kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Konfederasyona Hak-Îş û Memûr-Sen ên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ji navçeya Elbîstan a Mereşê ber bi Rihayê ve ketin rê, otobusa wan li ser rêya Pirsûs û Bêrecûkê qûlipî.
Li gorî agahina di qezayê de 5 karkerên tendurisiyê jiyana xwe ji dest dan û gelek karker jî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.