Daxwazên çalakgeran wê duşemê ji Rêxistina Efuyê re bên ragihandin
- 10:13 1 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê ciwanên kurd, ciwanên kurd bi nûnerên Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî re hevdîtin kirin û ji bo ku daxwazên xwe roja duşemê ragihînin randevû girtin.
Li payitextê Fransa Parîsê ciwanên kurd, li ber Rêxistina Efûyê ya Naveneteweyî çalakî li dar xistin. Nûnerên Rêxistina Efuyê piştî bi ciwanan re axivîn ji bo roja duşemê randevu dan.
'Grev di asta kritîk de ye'
Ciwanan diyar kir ku her çend ku Maseya Rêxistina Efuyê ya Tirkiyeyê li Londonê be jî, Rêxistina Efuyê ya li Fransayê jî dikare gelek tişt bike. Ciwanan anî ziman ku çalakiya Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji aliyê gelek girtiyan ve jî berdewam dike û niha di aseteke krirtîk de ye.
Ciwan, wê roja duşemê saet di 10'an de bi Rêxistina Efuyê re hevdîtinekê bikin. Ciwanên ku wê bi heyetekê hevîdtinê bikin, wê daxwazên xwe yên ji bo greva birçîbûnê bi awayê berfireh bînin ziman.