'Divê em wateya 1'ê Gulanê baş fam bikin û bidin famkirin'

  • 09:14 1 Gulan 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMİŞLO - Jinên Qamişloyê 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kirin û gotin:"Em dixwazin 1'ê Gulanê bibe vesîleya rojên aram û aştiyê bîne."
 
Di sala 1856'an de kedkarên Avusturalya, piştre kedkarên Amerîkayê, Kalîforniyayê ji bo kêmkirina saetên xebatê daketin qadan û li dijî pergala dewletê derketin. Raperîna Kedkaran encam girt û di sala 1872'an de ji bo kedkaran zagonên parastina mafên wan derketin. Piştî wê bi demekê raperîna kedkarên Amerîkayî di cîhanê de deng veda, loma jî kedkarên hemû cîhanê daxwaza mafên xwe kirin, bi vê yekê jî di sala 1891'an de 1'ê Gûlanê weke roja Kedkarên cîhanî hat ragihandin û ew roj fermî betlane ye û her sal li seranserê cîhanê kedkar dadikevin qadan. Têkildarî mijarê de jinên Qamişloyê gotin:"Em dixwazin hemû neheqiyên li ser rûyê cîhanê bi dawî bibe û hemû karker û kedkar bigihêjin mafên xwe."
 
'1'ê Gulanê kelecan û coş dide hemû karkeran'
 
Horiya Şemdîn 1’ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê pîroz kir û wiha got: "1'ê Gulanê bi roja karkerên cîhanê tê naskirin. Têkoşînek ji aliyê karkeran ve hat kirin û ji bo mafê xwe karkeran serî hildan. Karker derketin kolanan û dengê xwe bilind kirin da ku mafê mirovatiyê bi dest bixin. 1'ê Gulanê kelecan û coş dide hemû karkeran. Roja 1’ê Gulanê rojek cuda ye. Divê di vê rojê de em xwedî li mafê xwe hemûyan derkevin."
 
'Divê hemû kes li 1'ê Gulanê xwedî derkevin'
 
Mûna Şêxmûd û wiha got: "Bi giştî welatiyên me yên karker di vê rojê de navber didin karê xwe, her wiha bajar bi giştî roja 1’ê Gulanê dikan digirin, ev roj bi wate ye ji ber ku karker jî hîs dike ku rojeke wa jî ya taybet heye. Em vê rojê pir bi kêyf derbas dikin. Divê hemû kes li 1'ê Gulanê xwedî derkevin. Em dixwazin 1'ê Gulanê bibe vesîleya rojên aram û aştiyê bîne. Roja karkerên cîhanê li giştî netewên Rojavayê Kurdistanê pîroz be."
 
'Divê em wateya 1'ê Gulanê baş fam bikin û bidin famkirin'
 
Şêrîn Ehmed jî  roja karkeran pîroz kir û wiha got: "Di destpêka 1’ê Gulanê de ez destê dê û bavê xwe maç dikim, bi giştî gelê bajarê Qamişloyê derdikeve seyranê, em her sal bi çoş li hêviya vê rojê dimînin, da ku em demeke xweş bi malbat û hevalên xwe re derbas bikin. Ev rojek girîng e, divê em wateya 1'ê Gulanê baş fam bikin û bidin famkirin."