Xizmên girtiyan: Divê malbat ji bo çareseriyê bi hev re tev bigerin
- 09:11 1 Gulan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Xizmên girtiyan diyar kirin ku ji bo çareseriya çalakiya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê tên meşandin, demildest pêngav bê avêtin û wiha gotin: “Gelo wê ev heta ku derê bidome? Ji bo çareseriyê çi pêwist e divê bê kirin, divê malbat bi hev re tev bigerin.”
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin, bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome û ji 30’ê Nîsanê şûnde jî li girtîgehên Amed, Wan, Gebze û Bakirkoyê 15 girtiyî dest bi rojiya mirinê kir. Xizmên girtiyan dan zanîn ku divê ev bêdengiya tê jiyîn demildest bi dawî be û divê bi hev re tev bigerin.
Jina bi navê Salîha Yumuk a li Hezex a Şirnexê dijî, diyar kir ku hevjînê wê Maruf Yumuk ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye û wiha pê de çû: “36 sal cezayê hevjîmên min heye û 20 sal e di girtîgehê de ye. Li Girtîgeha Îzmîr-Alîaga dimîne. Herî dawî bi telefonê geriya lê nikaribû biaxive. Nikare li ser piyan bisekine. Rewşa me pirsî û telefon girt. Rewşa hevalên wî jî ne baş in.”
‘Ji bo çareseriyê çi hewce divê bê kirin’
Salîhayê destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: “Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Rewşa tenduristiya wan her diçe ne baş dibe. Em dikarin ji vê re bêjin êdî bes e. Gelo ev bêdengî heta ku derê wê bidome. Bila kes bêdeng nemîne. Divê em ji her derê deng derbixin. Hevjînê min nikare li ser piyan bisekine, girtiyên din xwînê vedirêşin. Em êdî bêzar bûne. Em aştî û aramiyê dixwazin.”
Girtiyê bi navê Nehfas Sakçak li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Hevjîna wî Bahar Sakçak jî wiha got: “Hemû kes rewşa girtîgehan dizane. Gelek zext li ser wan hene. Em dizanin çawa li wan dinêrin. Tenê êvaran hinek lîmonê didin wan. Gelo ev têr dike. Zarokên min her tim bavê xwe dipirsin. Ev du mehe di grevê de ne. Rewşa wan her diçe ne baş dibe. Em li pişt daxwazên wan e. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin, tecrîd bê kişandin.”