ROJEVA 1'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 1 Gulan 2019
  • Rojev
* Endama Rêveberiya Rêxstina Sara ya li dijî Tundiya li ser jinê Şêrîn Mislim bi munasebeta roja karkeran ya Cîhanî got: "Kedkara herî mezin jin e, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ya ku herî zêde ked û bedel dan dayîk bûn û yên ku pergala demokerasiyê pêş xistin û parastin jî jin bûn." DÎMEN HEYE
 
*Dayika bi navê Esmahan Ehmed a ji Efrînê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û got: "Em ê bi îrade û berxwedana xwe tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin."DÎMEN HEYE
 
*Kedkarên jin ên Mêrdînê dixebitin derbarê  1’ê Gûlanê Cejna Kedkaran  de axivîn. Kedkaran, anî ziman ku li dijî neheqî û desteserkirina  mafan dê di 1’ê Gûlanê de li qada mîtîngê dengê xwe bilind bikin û banga bila hemû jin dakevin qadan kirin. BI DÎMEN
 
*Kesuman Taşli  û Roza Binnalli, bi minasebeta 1’ê Gulanê bal kişandin ser pirsgirêk û daxwazên karkeran. Jinan diyar kirin ku divê li Tirkiyeyê şert û mercên kar bên guhertin û wiha gotin: "Ji bo welatekî aştiyane divê cudakariya zayendî û nijadperestî ji holê rabin."BI DÎMEN
 
*Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de xwê, şekir û lîmon nayê dayîn, kontrolên wan ên rutîn nayên kirin.
 
* Ji Lijneya Rêveber a Jinan a KESK’ê Buse Engîn, diyar kir ku jin xwedî hêza ku dikarin cîhanê biguherînîn e û banga tevlîbûna qadên 1’ê Gulanê kir. DÎMEN HEYE
 
* Xizmên girtiyan diyar kirin ku ji bo çareseriya çalakiya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê tên meşandin, demildest pêngav bê avêtin û wiha gotin: “Gelo wê ev heta ku derê bidome? Ji bo çareseriyê çi pêwist e divê bê kirin, divê malbat bi hev re tev bigerin.” DÎMEN HEYE
 
*Li Silopiyê li qada SÎT a asta 2’emîn kolandina ji bo mewziya leşkerî dihat kirin bidawî bû. Gundiyên bertek nîşanê kolandina bi kepçeyan li Hoyuka Yankale ya ji Asuriyan mabû, dan û hat îdiakirin ku gundî hatine tehdîdkirin.
 
*Rozerîn Kurt 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, armanca çalakiyê bibîr xist û got: “Berxwedana di dîroka têkoşîna gelan de cihekî girîng digire, wê bibe dawiya faşîzmê. Em ê bi berxwedanê bigihêjin vê dawiyê."
 
* Jinên Qamişloyê 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kirin û gotin:"Em dixwazin 1'ê Gulanê bibe vesîleya rojên aram û aştiyê bîne." DÎMEN HEYE
 
*Pispora ewlehiya kar Vezan Karabulut diyar kir ku tevî dewlet rêziknameyan derdixe jî ji ber kontrolê nake, polîtîkayên neolîberal û pergala binpêkirinê cînayetên kar bi dawî nebin û ji ber piranî jin û zarok derveyê qeydê dixebitin, îstatîstîk jî rastiyê nîşan nadin.