Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê: Em li pêy daxwaza zarokên xwe ne

  • 17:42 30 Nîsan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Malbatên girtiyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya 15 girtiyan, daxuyanî dan û xwestin gav bên avêtin. 
 
Çalakiya grevên birçîbûnê ya Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û bi hezaran girtî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam dike. 15 girtiyan îro dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Malbatên girtiyan li hemberî hikûmetê bertekên xwe nîşan dan. Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî li ber Sumerbanka berê ya li Navçeya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan malbat dorpêç kirin û çalakî asteng kirin. Girse ji vir derbasî avahiya HDP’ê bû û daxuyanî da. 
 
Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadîr Baydur daxuyanî da û bertek nîşanî astengiya polîsan da. Kadir, diyar kir ku ew ê hemû qademeyên dewletê û rayedaran vedixwînin peywirê. Malbatên girtiyan jî destnîşan kirin ku ew li pêy daxwaza zarokên xwe ne û dê heta dawiyê piştevaniyê bikin. Ji malbata girtiyan Turkan Yildirim diyar kir ku tecrîd li hemberî gelên Rojhilata Navîn pêk tê û wiha got: "Em nikarin mafê xwe yê daxuyaniyê bi kar bînin. Hevalên girtî dibêjin dibêjin 'bila kes li pêy me negirî'. Divê her kes bibe dengê girtiyan."