Malbatên li ber Girtîgeha Bakirkoyê: Heta ku tecrîd rabe em ê li vir bin

  • 15:18 30 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li gel astengiya polîsan, malbatên girtiyan bi dirûşma "Heta ku tecrîd rabe em ê li vir bin" çalakî pêk anîn. 
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbatên girtiyan duh dest pê kir. Çend polîs li hemberî rûniştina malbatan anons kir jî malbatan çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kir. Parêzerên malbatan bi polîsan re hevdîtin pêk anî û gotin ku çalakiya rûniştinê mafekî demokratîk e. 
 
Dayikan li hemberî helwesta polîsan wiha gotin: "Em dayik in. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em dayik in û dilê me dişewite. Em ji bo zarokên xwe li vir in." Piştî demekî dayik dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Malbata girtiyekî destnîşan kir ku li dijî tecrîdê çalakî li dar dixin û wiha got: "Dikujin bila bikujin, digirin bila bigirin, lê em ê her roj bên li ber girtîgehê û çalakiya xwe pêk bînin. Dibe ku agahiyên mirinê bên û tabut ji girtîgehê derkevin. Divê bi hevre têkoşîn bê dayîn."
 
Piştî çalakiya rûniştinê malbatên girtiyan bi çepik û tilîliyan polîsan protesto kir.