Li Wanê mîtînga 1’ê Gulanê hat qedexekirin

  • 11:26 30 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Walîtiya Wanê mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê qedexe kir.
 
Walîtiya Wanê, mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin qedexe kir. Walîtiyê bi hinceta “komên çep, marjînal û provokatîf li ser medya civakî tim parve dikin ku ew ê li bajarên ‘Tifaqa Cumhur’ winda kirî çalakiyên cuda li ser bixin” mîtîng qedexe kir.
 
Di daxuyaniya walîtiyê de ev tişt hatin gotin: “Ji 29’ê Nîsanê heya 8’ê Gulanê, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan hatine qedexekirin.”