‘Divê desthilatdarî û çapemenî zimanê xwe biguhere’

  • 09:10 30 Nîsan 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê diyar kirin ku îstîsmara zayendî ya li hemberî zaroka 5 salî pêk hatî, asta civakê nîşan dide û wiha hat gotin: "Daxuyaniyên ku derbarê bûyeran de tên dayîn divê mexduran bêzar neke. Her wiha zimanê çapemeniyê jî di vê mijarê de divê hesas tevbigerin. Divê ne mexdûr, gumanbar bê teşhîrkirin."
 
Li taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê zaroka 5 salî bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mabû. Di serî de jinan li her derê Tirkiyeyê û herêmê li dijî îstîsmarê bertek nîşandan. Jinên Îzmîrê jî bertek nîşanê bûyerê dan û diyar kirin ku îstîsmara zayendî ya li hemberî zaroka 5 salî û êrîşa zayendî ya li metrobusê, rizandina civakê nîşan dide û îstîsmar û êrîşên zayendî polîtîkin.
 
Mamoste Nîhal Demîrçoban destnîşan kir ku bingeha polîtîk a kuştinên zarok û jinan heye û wiha got: “Jin li qadan têkoşîna xwe bi awayekî xurt didin. Lê ev bûyer di bin berpirsyariya hemû civakê de ne. Ev rewşeke ku divê hemû mêr dibin bandorê de bihelin."
 
‘Divê zîhniyet biguhere’
 
Aktîvîsta femînîst Pinar Koçak jî bi lêv kir ku îstîsmara li hemberî zarokan û êrîşa zayendî bi têkoşîna jinan aşkera bûye û divê daraz berpirsyariya xwe bîne cih, pirsgirêk ne tenê bi cezakirinê, bi guherîna zîhniyetê pêkane.
 
Mamosteya PDR’ê Turkan Kaya jî destnîşan kir ku zaroka bi stîsmara zayendî re rû bi rû maye tu caran baş nabe û wiha axivî: " Zaroka ku bi îstîsmarê re rû bi rû dimînin ti tevahiya jiyana xwe de pirsgirêk dijîn û tu carî baş nabin. Travma parçebûneke. Jiyan li du beşan parçe dibe.”
 
Hatîce Yordam ya xwendekara PDR’ê ye jî daxuyakirin ku civak rastî travmaya girseyî tê û wiha pê de çû: “Ji ber bêdengiyê, civak berbi bêçaretiyê ve diçê."
 
Sekretera SES a Îzmîrê Semra Dogan jî destnîşan kir ku bi qanûnan re çareserî pêk bê û wiha got: "Daxuyaniyên ku derbarê bûyeran de tên dayîn divê mexduran bêzar neke. Her wiha zimanê çapemeniyê jî di vê mijarê de divê hesas tevbigerin. Divê ne mexdûr, gumanbar bê teşhîrkirin.