Jinên Şengalê: Divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin

  • 09:06 30 Nîsan 2019
  • Rojane
Nesrin Hisen- Viyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Kurd ên Êzidî da zanîn ku DAÎŞ'ê gelek zilm li wan kirine û wiha gotin:"Divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin û tola jinên Êzidî bên hildan."
 
Têkildarî çeteyên DAÎŞ'ê jinên Kurd ên Êzidî bi lêv kirin ku ew dixwazin çeteyên DAÎŞ'ê bê ceza nemînin û wiha gotin:"DAÎŞ'ê hemû pêkanînên dijmirovî kirin. Loma divê çete bedela van pêkanînan bide."
 
'Daxwaza min ew e ku zarokên me yên ku di destên çeteyan de bên rizgarkirin'
 
Tekuz Xidir di derbare dadgehkirina DAÎŞ'yan de wiha axivî: “Me wekî jinên Êzidî gelek zehmetî dîtin. Divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin û bê ceza nemînin. Di 3'ê Tebaxê de keçên Êzidî ji bo nekevin destên çeteyan xwe ji zinara avêtin. Divê tola keçên Êzidî bên hilgirtin. Daxwaza min ew e ku zarokên me yên ku di destên çeteyan de bên rizgarkirin."
 
'Divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin'
 
Alif Hesen jî wiha nêrînên xwe anî ziman:"Em dixwazin çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin. DAÎŞ'ê gelek tade li Êzidiyan kir. Bi taybet jî jinên Êzidî dê fermanê de gelek ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin û tola jinên Êzidî bên hildan. DAÎŞ'ê hemû pêkanînên dijmirovî kirin. Loma divê çete bedela van pêkanînan bide."