Qeyûmê sifir butçe ji bo jinan veqetandiye, 35 hezar lêçûn kiriye!
- 09:03 30 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX- Piştî hilbijartinên herêmî şaredariya Cizîrê ji qeyûman hat girtin û piştî vê derket holê ku li cihên curda pere hatiye xerckirin û li şaredariya ku ji bo jinan sifir butçe hatiye veqetandin di roja jinan de 35 hezar TL hatiye xerckirin û bi belgeyê hat tespîtkirin.
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê şûnde HDP’ê li Cizîrê ji sedî 77 deng girt û şardarî ji qeyûm girt. Piştî ku HDP'ê şaredarî dewr girt tabloya deynê şaredariyê û lêçûnên hatine kirin mirovan matmayî dihêle. Ji qeyûm 262 mîlyon deyn ma û hat diyarkirin ku ji bo belgefîlma 45 deqeyî jî '75 hezar TL hatiye xerckirin'. Ji bilî vê jî bi ser navê ‘bernameyên çand û civakî’ di lêçûnên hatine kirin de ji bo jinên ku qet butçe ji wan re nehatiye veqetandin jî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat îdakirin ku 35 hezar TL hatiye xeckirin. Ji bo Kiraatxaneya Mîllet a li Parka Birca Belek hatiye çêkirin jî 450 hezar TL hatiye xerckirin.
Hevşaredar ji bo rewşa deyn wê mufetîşan bigirin.
Lêçûnên ji bo xebatên çand û civakÊ hatine kirin jî wiha ne:
“*Terasa temaşekirinê ya ligel Seyrî Cizre: 530 hezar TL
*Piştgiriya mobîlya ya ji bo nexweşxanê:55 hezar TL
*Lêçûna roja jinan: 35 hezar TL
*Kaniya Îkramê: 39 hezar TL
*Koroya Şaristaniyan: 49 hezar TL
*Em projeya Anatolyayê ne: 227 hezar TL
*restorekirina medresa sor: 22 hezar û 500 TL
*Qesra Mehmet Aga û mala dengbêjiên Cizîrê: mîlyonek û 968 hezar û 63 TL
*Kiraatxaneya Mîllet: 450 hezar TL.”