Dayikên Sêrtê ji Wezîrê Dadê re name şandin

  • 16:53 29 Nîsan 2019
  • Rojane
SÊRT - Li Sêrtê, malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re name şandin û xwestin tecrîda li Îmraliyê rabe.
 
Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Sêrtê kom bûn, ji bo ku name ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re bişînin heya Postexaneya Sêrtê meşiyan. Parlementerên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş jî bi komê re meşiyan. 
 
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş li ber postexaneyê daxuyanî da û wiha got: “Herî zêde dayîk ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe derdixin. Îro xizmên girtiyan ji bo Wezareta Dadê name bişînin em bi hev re li ber postexaneyê kom bûne. Leyla Guven ev 173 rojin di greva birçîbûnê de ye. Em bi desthilatdariyeke ker, lal û kor re rû bi rû ne. Em di desthilatedariyeke ku wijdana wê ziha bûye re rû bi rû ne.” 
  
Meral, da zanîn ku divê tecrîd rabe û hiqûq bê bi cih anîn û wiha axivî: "Tecrîd tê wateya îşkencê yê. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê, bi hezaran girtî ji bo aştî, wekhevî û li Tirkiyeyê hiqûq pêk bê, bedena xwe ji mirinê re razandine. Di heman demê de em mûameleya li ser dayikên şermezar dikin.” 
 
Piştî axaftinê, Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ketin postexaneyê û name ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re şandin.