Nesrîn, Şukran, Zozan, Ardil û Asli dest bi rojiya mirinê dikin

  • 16:45 29 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nesrîn, Şukran, Zozan, Ardil û Asli  sibêhê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi rojiya mirinê dikin. 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin gihaşt asta krîtîk. Girtiyên siyasî bi çalakiya xwe gavek din pêş ve birin û dê sibêhê dest bi rojiya mirinê bikin. Di serî de li Girtîgehên wekî  Wan, Amed, Bakirkoy û Gebzeyê dest pê dike. 5 jin û bi tevahî 15 girtiyên siyasî dê sibêhê dest bi rojiyan mirinê bikin. Girtiyên siyasî, li hemberî bêdengiya hikûmetê greva birçîbûnê dibin asta herî jor û wiha gotin: "Kesên ku li hemberî berxwedana ku bilind dibe bêdeng in, divê mirovatiya xwe lêpirsin bikin. Em ê teqez bi ser kevin."
 
Jinên bi navê Nesrîn Akgul, Şukran Aydîn, Zozan Çîçek, Ardil Çeşme, Aslî Dogan dest bi rojiya mirinê dikin. 
 
Aslı Dogan: Li Xerpetê hat dinê û 36 salî ye. 19 sal cezayê girtîgehê xwar û 14 sal in girtiye. Dê sibêhê li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dest bi rojiya mirinê bike. Bavê Asliyê destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û wiha got: "Em li pişt biryara keça xwe ne û piştgiriyê didin wê."
 
Zozan Çîçek: Di sala 1992'an de li Amedê hat dinê. 9 sal û 9 meh ceza xwar û 3 sal in li Girtîgeha Bakirkoyê ye. Di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Heta niha 16 kîlo winda kir. Dê sibêhê dest bi rojiya mirinê bike. Bavê Zozanê diyar kir ku ji vê pêvajoyê bi fikar in û divê rayedar li hemberî greva birçîbûnê bikevin nav hewldanê. 
 
Nesrîn Akgul: Ji Gimgima Mûşê hat dinê. Di 15'ê Çîlê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Niha di roja 105’emîn de ye. Sibêhê dê dest bi rojiya mirinê bike. Di sala 2008'an de polîsan bi ser bûroya Rojnameya Azadiya Welat a Wanê de girt û wê binçav kir. 18 sal ceza xwar. Di sala 2014'an de dema li Girtîgeha Şakranê bû li ser navê jinan ji Abdullah Ocalan re name şandibû. Abdullah Ocalan jî bersiv dabû nameya wê. 
 
Şukran Aydin: Li Erziromê hat dinê û 22 salî ye. Li Dîlokê hat girtin û bi îşkenceyê re rû bi rû ma û parxanê wê şikestin. Niha jî pirsgirêkên tendûristiyê dijî. 130 sal cezayê girtinê xwar û 12 salin jî girtiye. Li Girtîgeha Bakirkoyê a Jinan dê sibêhê dest bi rojiya mirinê bike. 
 
Ardil Çeşme: Li Lîceya Amedê hat dinê. Di sala 1994'an de cezayê muebbetê xwar. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Dê sibêhê jî dest bi rojiya mirinê bike.