Malbatên girtiyan: Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin

  • 16:10 29 Nîsan 2019
  • Rojane
RIHA - Malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne li Rihayê di çalakiya nobetê didomînin û wiha gotin: “Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûl kirin û dawî li grevên birçîbûnê bên. Em li vê derê dixwazin bibin dengê zarokên xwe."
  
Çalakiya nobetê ya malbatan a ji bo girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li navçeyên Wêranşar û Pirsûsa Rihayê didomin. Çalakiya nobetê ya li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê di roja 3’yan de û ya li avahiya HDP’ê ya Wêranşarê jî di roja 2’yan de berdewam dikin. 
 
Li gel zextên heyî jî welatî diçin serdana dayikên di nobetê de ne. Parlementerên HDP’ê yên Riha Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk jî serdana xizmên girtiyan. Dayîkên ji bo zarokên xwe, di berxwedanê de ne, wiha axivîn: “Bila kes ne li bendê be ku em li cihê xwe rawestin. Ew me bikujin jî em ê xwedî li zarokên xwe derkevin.”
 
Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em helwesta polîsan a li dijî ziyaretvanan qebûl nakin. Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûl kirin û dawî li grevên birçîbûnê bên. Em li vê derê dixwazin bibin dengê zarokên xwe. Bila dewlet dest ji vê helwesta xwe berde.”