Li Almanyayê Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû

  • 13:13 29 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû.
 
Li bajarê Munster ê Elmanyayê yekemcar kongreya jinê pêk hat û Meclîsa Jinê hat avakirin. Bi wesîleya salvegera şehadeta 'Sosyalîst Şîlan' (Muzeyyen Palabiyik) navê wê li meclîsê hate kirin. Di kongreyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û hat diyar kirin ku dê bi rêxistinbûnê bibin bersiva grevan. 
 
Di kongreyê de ser kesayetiya Muzeyyen Palabiyik hat rawestandin û wiha gotin: "Em hemû têkoşîn û keda wê nas dikin. Em dixwazin di têkoşîna xwe de xwedî li navê wê derkevin."