'Divê Neteweyên Yekbûyî pêywira xwe pêk bîne'

  • 12:08 29 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên ku li bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin gotin divê Neteweyên Yekbûyî  ji bo greva birçîbûnê bikevin nav hewldanan. 
 
Jinên li herêma Timonye ya bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê li hev civiyan û daxuyaniyek da û bal kişandin ser greva birçîbûnê û her wiha tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Endama Meclîsa Jinê ya Timonyeyê Bahar Yûsûbova daxuyanî da û wiha axivî: "Hêzên navneteweyî divê tavilê guh bidin çalakgerên greva birçîbûnê."  Bahar, di daxuyaniyê de qala tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Ji bo dawî li tecrîda Rêberê me bê anîn û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, divê her kes li gorî berpirsyariya xwe tevbigerin. Di serî de endamên Neteweyên Yekbûyî ya Rûsya, welatên Neteweyên Yekbûyî hemû divê li dijî polîtîkaya qirêj a dewleta faşîst bisekinin."