‘Ger tifaqa Tirkiyeyê hebe divê grevên birçîbûnê li ber çav bên girtin’
- 09:03 29 Nîsan 2019
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Aktîvîsta mafên mirovan û yek ji damezrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku yekemîn pêngava tifaqa Tirkiyeyê, ev e ku divê ji bo kesên di grevê de ne hiqûq pêk bê.
Nîqaşên der barê hilbijartinên herêmî de tevî ku mehek derbas bûye jî didomin. Piştî vê pêvajoyê di nav AKP’ê de jî derizîn derketin holê. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu metneke 11 rupelî amade kir û li hemberî AKP û rejîma nû rexne kir. Ev nîqaş di rojevê de cihên xwe digirin û her wiha li girtîgehan jî nêzî 7 hezar girtî li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê didomînin.
Girtî gihiştine sînorên mirinê û hîna ji aliyê hikûmetê ve gav neyê avêtin. Yek ji damezerînerên AKP’ê ku niha jê veqetyaye û parêzvana mafê mirovan Fatma Bostan Unsal der barê nîqaşên piştî hilbijartinê û grevên birçîbûnê de nirxandin kir.
‘Mijara bekayê nikare bibe propaganda hilbijartinê’
Fatmayê got mehek di ser hilbijartinan de derbas bûye, lê sûcdariyên ‘nelêrêtiyên organîzekirî’ didomin û wiha got: “Tevî hilbijartinên herêmî bûn, serokomar wekê ku li her derê ew dikeve hilbijartinê bû. Mijara esas ya hilbijartinê mijara ‘bekayê’ bû. Ev mijar nikare bibe mijara hilbijartinê. Dibe muxalefet li ser vê propangandayê bike, lê desthilatdarî nikare bike. Lê ne muxalefetê, desthilatdariyê mijara bekayê kir propanganda hilbijartinê.”
‘Encam wê ji bo AKP’ê xerabtir bûna’
Fatmayê destnîşan kir ku bi taybet ji ber krîza borî karê desthilatdariyê pir zehmet bûye û desthilatdarî ji bo pêşî li nîqaşên pirsgirêkan bigire, mijara ‘bekayê’ kirine propaganda û wiha axivî: “Serkeftineke baş neyne jî ew ji encamek xerabtir xilas kir. Ger pisgirêk bi awayekî rasyonel bihata nîqaşkirin, muxatabên xwe wek ‘destekvanên terorîst’ îfade nekiriba encam wê ji bo AKP’ê xerabtir bûna. Ji ber vê jî mijara bekayê aştî neanîbe jî, pêşî li encamek xerab girtiye.”
Fatmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di mijara tifaqa Tirkiyeyê de nezelalî heye û her wiha balkişand ser rexneyên serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu yên der barê AKP’ê de û got: “Demek dirêj de di nav AKP’ê de nerazîbûnek heye û yek ji va siyasetmedaran jî Ahmet Davutoglu ye. Em bûn şahidên rexneyên hişk yên Ahmet Davutgolu. Her wiha me rexneyên Abdullah Gul yên ji rayagiştî re aşkera dît. Ev jî nîşan dide ku îroj ji 7’ê Hezîranê pir cudatire. Di 1’ê Hezîranê de wek hevkarê koalîsyonê ji derveyê AKP’ê, hewcedarî bi partiyek din hat dîtin. Niha nîşan dide ku di nav AKP’ê de jî koalîsyonek pêwiste. Ev jî nîşan dide ku dema avakirina koalîsyonekê hatiye. “
‘Li hember HDP’ê lînçek cidî heye’
Fatmayê diyar kir ku ku tevî ku HDP sêyemîn partiya herî mezina TBMM’ê ye jî têkiliya wê bi terorê re tê danîn û ji bo pêşî lêbigirin ku partiyên din bi HDP’ê re hevkariyê neke wek ‘kesên piştgiriyê didin terorê’ bin av dike û wiha got: “HDP bi lînçek cidî re rû bi rû ye.”
‘Divê balkişînin ser dijhiqûqiya li hember grevên birçîbûnê’
Fatmayê balkişand ser grevên birçîbûnê jî û destnîşan kir ku Leyla Guven û bi hezaran girtî di esasê de pêkanînek wekhev dixwazin û wiha pê de çû: “Ji bo rêveberî li gorî rêbazên xwe tevbigere mirov dikevin grevê û ev jî ji bo Rêveberiya Tirkiye û piştre jî bo gelê Tirk şerm e. Rêveberên ku li gorî hiqûqê tevnagerin û bi vi awayî sûc dikin, bê hestiyar tevdigerin û ev jî sûc girantir dike. Greva hinek girtiyan 150 roj derbas kiriye û hatiye astek krîtîk. Bêdengî sûc girandtir dike, wê encamên wê girantir bike.”