ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 29 Nîsan 2019
  • Rojev
*Greva birçîbûnê yên ku di pêşengiya Leyla Guvenê de hatiye destpêkirin niha bi tevlîbûna bi hezaran girtiyên siyasî didome. Tenê li girtîgeha Wanê 309, li Panosê 147 û li Girtîgeha  Otlu ya tîpa T a Erziromê 52 girtî di grevê de ne. 
 
*Aktîvîsta mafê mirovan û yek ji damezrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku yekemîn pêngava tifaqa Tirkiyeyê, ev e ku divê ji bo kesên di grevê de ne hiqûq pêk bê. 
 
*Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn da zanîn ku herî zêde jin ji polîtîkayên desthilatdariyê re bi bandor dibin, lê hêza jinê heye ku pêvajoyê bi guherînê û wiha got: “Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî pêkanînên bêewlebûnê, tacîz, tecawiz û mobîngê derkevin qadan û bêjin ‘em hene, em ê hebin’.” BI DÎMEN
 
*Çemê Dîcle yê ji Cizîrê derbas dibe, bi barana Nîsanê re, rêjeya wê zêde bû û bi vê re jî xetere dertê holê. Ligel vê bi dîmena xwe ya bi heybet her kesî heyran dihêle. BI DÎMEN