Hevserokên Giştî yên HDP'ê çûn serdana çalakgerên di grevê de
- 17:00 28 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Hevserokên HDP'ê yên giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, çûn serdana xizmên girtiyên di gerevê de ku ew jî li avahiya HDP'ê ya Wanê di çalakiyê de ne.
Çalakiya xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayê dorveger hatibû destpêkirin a li Wanê li avahiya HDP'ê hat destpêkirin ji aliyê koma 6'emîn ve hat dewergitin. Çalakî di roja 2'emîn de berdewam dike.
Çalakger îro ji aliyê Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi tevlbûna parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ve hatin ziyaretkirin.