Xizmên girtiyan li Wêranşarê dest bi nobetê kirin

  • 16:12 28 Nîsan 2019
  • Rojane
RIHA - Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne li Wêranşarê dest bi çalakiya nobetêk irin. Dayika girtî Necla Kanar got: “Em dixwazin ev zilm bê sekinandin. Em naxwazin zarokên me li ber çavên me bihelin. Êdî bes e!” 
 
Xzimên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşara Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û gelek xizmên girtiyan beşdarî çalakiyê bûn. Beriya dest bi çalakiyê bikin daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. 
 
'Tecrîd suc e'
 
Parlamenter Ayşe Surucu diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê li ser her kesî belav bûye û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê nebin şirîkê vî sûcî. Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê gihîştine astek xeter.” 
 
'Em ji zilmê re dibêjin êdî bes e'
 
Dayika girtî Mehmet Kanar ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Necla Kanar jî wiha got: “Em dixwazin ev zilm bê sekinandin. Em naxwazin zarokên me li ber çavên me bihelin. Êdî bes e! Bi salane dilê dayikan dişewite û xwîn dibe. Em naxwazin li mirina zarokên xwe temaşe bikin. Heke hûn kuştina zarokên me dixwazin, wê demê werin me jî bikujin.” 
 
Piştî daxuyaniyê xizmên girtiyan li avahiya HDP’ê dest bi çalakiya nobetê kirin.