Ji jinan li ser Bircên Amedê çalakiya bi pankart

  • 16:04 28 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Jin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan a li dijî tecrîdê li Bircên Amedê pankart daliqandin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 172'emîn de berdewam dike û ya girtiyên di gervê de ku li dijî tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin pankarta ku li ser wêneyê 7 kesên li djî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn li ser  û bi nivîsa "Tecrîd wê bişkê azadî wê bi ser keve, daxwazên wan daxwazên me ne" li  Bircên Amedê daliqandin.
 
Jinên ku derketin ser sûran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.