Lêkirina dîwar bi meşeke girseyî hat şermezarkirin
- 15:22 28 Nîsan 2019
- Rojane
KOBANÊ- Bi hezaran ji gên Herêma Firatê li dijî lêkirina dîwar a dewleta tirk li Efrînê daketin qadan.
Bi hezaran ji gên Herêma Firatê li dijî lêkirina dîwar a dewleta tirk li Efrînê daketin qadan. Girseya ku li qada jina azad kom bû bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Efrînê bi te re heta mirinê" û "Tolhildan" li dijî lêkirina dîwar a dewleta tirk li Efrînê meş li darxist.
Meş li Qada Aştiyê hat rawestandin û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Paşê hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa axivî: "Têkoşîna Gelê kurd gelek bilind bûye, ji bo vê jî divê em ranewstin û em bighêjin aramnca xwe."
Her wiha bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşe Efendî jî wiha got: "Weke gelê Herêma Firatê em silavên gerim ji bo berxwedana gelê Efrînê yê li Şehbahiyê dişînin. Efrîn nehatiye dagirkirin û nayê dagirkirin jî rojane şervanên me di Efrînê de çalakiyan li dar dixin. Loma jî lêkirina dîwar nayê wateya perçekirina Efrînê. Efrînê di dilê kurdan de yek perçe ye."
Meş bi dirûşman bi dawî bû.