Ji jinan li dijî tecrîdê zincîra jiyanê

  • 12:08 28 Nîsan 2019
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên TJA'yî ji bo tecîrd bê rakirin û balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, li rawestegeha Metroyê ya Aksarayê zincîra jiyanê ava kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di roja 172'emîn de berdewam dike û ya girtiyan li rawestegeha Metoro ya Aksaraya Stenbolê berdilkên li ser wêneyê Leyla Guven û dirûşma "Bila Leyla Guven bijî" li ser bû li xwe kirin.Jinên ku zincîreke dirêj ji mirovan ava kirin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Deng bide dengê Leyla Guven" zincîra mirovahiyê ava kirin.
 
Jinan demek dirêj zincîr ava kirin û çalakî li dar xistin.