Hevserokên Giştî yên HDP'ê çûn serdana Remziye Tosun

  • 11:57 28 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, çûn serdan parlamentera HDP'ê Remziye Tosun a ku di  17'ê Nîsanê de di encama êrîşa polîsan de birîndar bibû. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan û Sezaî Temellî çûn serdana parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun ku di daxuyaniya HDP'ê ya bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û biryara YSK'ê li Parla Koşuyolu ya li Amedê di 17'ê Nîsanê de hat dayîn de di encama êrîşa polîsan a li ser daxuyaniyê birîndar bû. Di serdana ku li mala Remziyeyê hat kirin de parlamenterên DHP'ê Musa Farîsogullari, Feleknas û Hevserokê û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerîf Çamci jî tevli bûn. Pervîn û Sezaî piştî ku derbarê rewşa tendirustiya Remziyeyê de agahî girtin ji mala wê veqetiyan.