'Daxwaza Leyla Guven daxwaza jinên êzidî ye'
- 11:30 28 Nîsan 2019
- Rojane
Almas Nayf / Delîla Axîn
ŞENGAL- Jinên êzidî ji bo deng bidin dengê çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin û li gelek deverên cîhanê û girtîgehan belav bûye nerînên xwe anîn ziman. Jinên êzidî dan diyarkirin ku ew piştgirtiya çalakgerên girêva birçîbûnê dikin.
Ev 172 rojin ku Layla Guvan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan di çalakiya girêva birçîbunê de ye. Çaliya ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin li gelek deverên cîhanê û li girtîgehan bi tvlibûna ji 7 hezar girtî zêdetir berdewam dike. Hemû gelên bindest û bi taybet jin ji bo piştgirtiya vê çalakiyê di nava tevgerê de ne. Jinen êzidî jî piştgiriya xwe bi vê çalakiyê re ragihandin, nerînên xwe anîn ziman û gotin daxweza Layla Guvan daxweza me ye, azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e.
Ji jinên êzidî ku piştgiriya xwe bi çalakiyê re ragihandin, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Pakîze Celal weha got: “Di serî de ez çalakiya Leyla Guven û hemû çalakgerên di girêva birçîbunê de silav dikim û piştgirtiy xwe bi vê çalakiyê re radigihînim. Di pêşangtiya Leyla Guvan de bi sedan kesî deng dadengê Leyla Guvan. Îro ji 7 hezar girtiyên azadiyê zêdetir ji bo rakirina Tecrîda li serê Rêber Apo di çalakiya girêva birçîbunê de ne. Em jî weke jinên êzidî dibêjin ku azadiya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye. Ev demeke ku rewşa çalakgeran pir giran e. Malbatên girtiyan dema ku daxweza mafê zarokên xwe dikin, rastî êrîşên dewlata tirk tên. Bi hemû hovîtiya xwe êrîşî malbatên girtiyan dikin. dewleta tirk li pêş çavê mirovahiyê mafên mirovan bin pê dike. Em vê şermezar dikin.”
'Tecrîd wê bi berxwedanê bê şikandin'
Di berdewamiya axaftinê xwede Pakîza Celal diyar kir ku wê daxweza çalakgeran bi ser bikeve û wehe got: “ Li her derê pêwîst e hemû mirov dengê Leyla û çalakgeran bi bihîzin û rabin ser piyan. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelên bindest e. Em hêvî dikin ku Gelê Kurd bi taybet civaka êzidî rabin ser piyan û vê zilma dewlata tirk qebûl nekin. Hêviya min ewe ku gelê me xwedî li Rêberê xwe û li çalakgerên girêva birçîbunê derkave. Wê tecrîd bi berxwedanê bê şikênan din.”
'Em êrîşa li ser dayikên girtiyan şermezar dikin'
Hevseroka meclisa Xanasorê Hena Eliyas jî derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan de nêrîna xwe pare kir û ev tişt got: “ Ev bu demek pir dirêj ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo berxwedanek dîrokî û bê hempa tê meşandin. Çalakiya Leyla Guvan û hevanên wê, dîwarên Îmraliyê hejandine. Her ku diçe rewşa çalakgeran giran dibe. îro roja berxwedanê ya li her derê pêwîste di serîde jin û hemû mirov li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Em êrîşên dewlata tirk ên li ser malbataên girtiyan jî şermezar dikin û em dibêjin ku em li pişt çalakgerên xwe ne. Çawa ku çalakger her roj dibejin wê serkeftin ya me bê, em jî dibêjin ku serkeftin ya me ye. Wê tecrîd werê rakirin û em ê azad bi Rêber ê xwere bijîn.”
'Ev berxwedana her kesê ku jiyaneke azad dixwaze'
Her wiha hevseroka meclisa gel ya Digurê Parîşan Şemo jî piştgirtî da çalakgerên di girêva birçîbunê de û wiha got: “ Zilm û zordariya ku dewleta tirk di zindanê de li ser girtiyên azadiyê dide meşandin dijhiqûqî ye. Her kes dibîne ku çawa dewlata tirk mafê mirovan bin pê dike û mirovan îşkance dike. Ev berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakgeran wê bê guman bighê armanca xwe. Ev berxwedan berxwedanek dîrokî ya her kesê ku jiyaneke azad dixwaze ye.”