'Bila hemû kes deng bide zindanan'
- 10:58 28 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Dayika Ayhan Bayar ku ev 25 sale di girtîgehê de tê girtin û ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye Xezal Bayar, diyar kir ku ew ê heta berxwedan bi ser keve piştgiriya lawê xwe bike.
Ji 8’ê Mijdara 2018'an ve hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk ( KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) ya Colemêrge Leyla Guven, ji bo şikandina tecrida girankiri ya li ser Rêbere PKK ‘ê Abdulah Ocelan, dest bi çalekiya girêva birçibunê ya bê dem û bê dorveger kiriye. ev xeleka berxwedana Leylayê herkû çû berfireh bu, li girtingehên Tirkyê û herêmê di 16’ê Kanuna 2018 an de girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê tên darizandin jî tevli vê govenda berxwedanê bun û dest bi çalekiya gireva birçibune ya bê dem û bê dorveger kirin. Her wiha ji 1’ê Adara 2019 an ve li tevahiya girtigehên Tirkyê û herêmê ji 7 hezar girti zêdetir tevli berxwedana dirokî bun. Yek ji wan berxwedêran jî Ayhan Bayar ê ku li girtîgehên Tirkiyê tê girtin e. Dayîka Ayhan Bayar Xezal Bayar ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) dijî derbarê çalakiya grevê de ji ajansa me re axivî.
‘Ev 25 sal e lawê min di zindanên dewleta tirk de dimîne’
Xezal Bayar derbarê çalakiya lawê xwe de wiha axivî: “Lawê min di sala 1994’an de hatiye girtin, ev 25 sal e di zindanên dewleta tirkde dimîne. Ji 1’Adarê ve ew ji weke tevahî havalên xwe yên girtî dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiriye. Dema ku ji me re telefonê vedike dibêje em gelek başin û bi biryardariyek mezin çalakiya xwe ya ji bo şikandina tecrîdê berdewam dikin.”
‘Dema mijar dibe kurd hemû kes bêdeng dibe’
Xezal di berdewamiya axaftina xwede de bal kişand ser bêdengiya dewletên Awrûpa û wiha dewam kir: “Em ji wek malabat piştgiriya van çalakiyan dikin û heta ku ev tecrîda li ser Rêberê me û li ser Gelê Kurd neye şikandin em ê çalakiyên xwe yên cûr be cûr berdewam biikin. Ez silavên xwe di serî de ji Serokatî, pêşenga berxwedanê Leyla Gûven, Nasir Yaxiz, Fadîla Tok û hemû girtiyên di berxwedanê de ne re di şînim. Ez wan polîsên dewleta tirk rû reş û şermezar dikim ji ber ku dayîkên me yên ku ji bo zarokên xwe çûne ber deriyê zindanan êrîşî wan kirin. Ew kişandina dayîkan bi erdan ve ne karê mirov bûnê ye. Banga min ji hemû dewletan re heye ku bila bes xwe bê deneg bikin. Ew dewletên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dema mijar dibe kurd hemû ker û lal dibin.”
'Heta tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Xezal Bayar bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev çalakiyên greva birçîbûnê bi mehan e di pêşengtiya Leyla Guven de, bi tevlibûna ji 7 hezaran zêdetir girtî dest pê kirine. Lê dewletên navnetweyî napirsin ka ev çalakvanan çi dixazin. Bila werin biprisin û daxwazên me hemuyan pêk bînin ji bo ku ev tecrîd rabe û ev çalakî bi dawî bibin. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me neyê şikandin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Heta dawî jî em piştgira Serokê xwe û zarokên xwe dikin û heta ku em negihijin serkeftinê em dest ji doza xwe bernadin.”