Gurbet Yilmaz: Ger ku tiştek bê serê lawê min berpirs îktîdar e

  • 10:16 28 Nîsan 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Dayika girtiyê bi navê Zana Yilmaz ku di  5’ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, Gurbet Yilmaz, anî ziman ku rewşa girtiyên di grevê de her ku diçe giran dibe. Zana yê di grevê de , ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê çivîkek diyariyî dayika xwe kiriye, Gurbet a vê çivîkê qet  ji destê xwe danayne wiha got: “Ez her tim çivîkê didim destên xwe û lê dinêrim bêhna min pê  derdikeve. Ji ber ku ez dema lê dinêrim Zana tê bîra min û tê  ber çavên min. Ger ku tiştek bê serê lawê min berpirs îktîdar e.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 172'emîn de berdewam dike. Bi heman daxwazê li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger destpê kir. Ji van girtîgehan yek jî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye. Girtiyê bi navê Zana Yilmaz bi heman daxwazê di 5’ê Çileyê de li Girtîgeha Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û çalakiya xwe berdewam dike. Dayika Zana, Gurbet Yilmaz jî derbarê grevên birçîbûnê de axivî.
 
 Gurbet, di destpêka axaftina xwe de behsa Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye kir. Gurbet, anî ziman ku çalakiya Leyla Guven ji bo wan gelek girînge û wiha got: “Em wek jin û dayik piştgiriyê didin Leyla Guven. Îro li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê gelek girtî bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Zarokên me jî ji bo ku ev tecrîd bê şikandin û azadî pêk bê dest bi grevên birçîbûnê kirine. Divê em îro xwedî van grevên birçîbûnê derbikevin. Leyla Guven bi tenê dixwaze ku tecrîd bê rakirin. Di vê tu kes bêdeng nemîne û ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bidin.”
 
‘Zaroktiya lawê min di girtîgehê de derbas bû’
 
Gurbet, di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi heman daxwazê kurê wê Zana Yilmaz jî di 5’ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kiriye, çalakiya xwe berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lawê min Zana dema 17 salî bû hat girtin û 20 salan ceza lê birîn.  4 sal in jî di girtîgehê de ye. Zaroktiya wî di girtîgehê de derbas bû. îro   rewşa girtiyan giran dibe. Divê em êdî bêdeng nemînin. Ev bêdengî dê bibe sedema mirinan. Bêyî em dereng bimînin rabin ser piyan. Ew di hindir de têdikoşin. Lê em li derve bêdeng disekinin û bi tenê li wan dinêrin. Îro gel divê rabe ser piyan. Em heta dawiyê li pişt  zarokên xwe ne. Lê belê ji ber ku çalakiya wan sed roj derbas kiriye rewşa wan girantir dibe. Divê em li her deverê deng derbixin. Ger ku daxwaza wan bi cih neyê em ê jî dest bi grevên birçîbûnê bikin. zarokên me ji bo azadiya vî gelî îro dest bi vî çalakiyê kirine. Divê gel jî xwedî li wan û çalakiya wan derbikeve. Dema ez çûm hevdîtina wî moralê wan gelek baş bû, lê belê ji hêla tendûristiyê ve nebaş bûn. Her wiha di girtîgehan de vîtamînê nadin girtiyan. Daxwaza girtiyan ew e ku ev tecrîd bê rakirin.”
 
‘Dê rewş xiraptir bibe’
 
Gurbet, di domandina axaftina xwe de got ku îktîdar bi girankirina tecrîdê şer gur kiriye û ev tişt got: “Bi girankirina tecrîdê şer zêde bû û rewş xiraptir bû. Ger ku îro tecrîd nehata girankirin dê ev şer tune bûya û azadî çêbûya. Îktîdar bi tenê ji bo menfeeta xwe vê tecrîdê giran dike.”
 
‘Berpirsyar îktîdar e’
 
Gurbet, da zanîn ku ger tiştek bi zarokên wan bê îktîdar û dewlet berpirsyar in û wiha pê de çû: “Îro îktîdar û dewlet li hember daxwaza zarokên me bê deng dimîne û gavê navêje. Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsyar îktîdar e.”
 
‘Sebra min bi vê çivîkê tê’
 
Gurbet diyar kir ku ew  di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de dema çûye hevdîtina lawê xwe bi minasebeta 8'ê Adarê çivîkek diyariyî dayika xwe kiriye. Gurbet derbarê vê diyariyê de jî hestên xwe anîn ziman û wiha got: : “Ev çivîka Zana ye. Ev çivîk diyariya lawê mine ku ji bo 8’ê Adarê diyariyî min kiriye. Ez her tim vê çivîkê didim destên xwe û lê dinêrim bêhna min pê derdikeve. Ji ber ku ez dema lê dinêrim Zana tê bîra min û tê ber çavên min. Sebra min bi vê çivîkê tê.”
 
‘Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye’
 
Gurbet, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ji bo grevên birçîbûnê hemû gel rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bêdengî dê bibe sedema mirinê. Ev bêdengî dê heta kengê berdewam bike. Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Divê em rabin ser piyan.”