42 sal şûnde hîna qedexe ye: Em ê Taksîmê dîsa bigirin
- 09:03 28 Nîsan 2019
- Ked/Aborî
Safiye Alagaş
STENBOL- Di 1’ê Gulana 177’an de ji gelek bajarên Tirkieyê 500 hezar karker hatin Qada Taksîmê. Di êrîşa pêk hat de 34 kesî jiyana xwe ji dest da. Şahidên wê rojê Sevîl Kurtoglu û Ayşegul Devecîoglu wiha gotin: “Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye. Em ê herî dawî dîsa bi têkoşînê wê qadê bigirin.”
Qada Taksîmê ji bo kedkarên Tirkiyeyê xwedî wateyek cuda ye. Kedkar û karker her sal ji bo 1’ê Gulanê pîroz bikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînîn li qadê tên mcem hev. Di 1’ê Gulana 1977’an de êrîşek li hember karkeran pêk hat û 34 kesî jiyana xwe ji dest da. Tevî di ser bûyerê re 42 sal derbas bûye jî hîna têkoşîn didome.
Doz birin DMME’ê
Di 1’ê Gulana 1977’an de serokê DÎSK’ê yê demî Kemal Turkler ku piştre di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin, dema dawî li axaftina xwe dianî dengê çekan hat û wê rojê 34 karkerî jiyan xwe dest da. Bi sedan kes birîndar bûn. 5 kes bi guleyan hatin kuştin. 29 kes di aloziyê de fetisin. Piştî bûyerê der barê 98 kesên encamên rêxistinên çep û sendîkayan bû de darizandike 14 salan berdewam kir û kesî ceza negirt. Der barê bûyerê de tu rayedarên dewletê nehatin darziandin û doz ket ber demobriyê. Doz birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Sendîka ji bo 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin serî li Walîtiya Stenbolê didin lê her carê jî tên redkirin.
‘Rêxistinek çîna karkeran a xurt hebû’
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Ragîhandin û Piştevaniya Civakî Sevîl Kurtoglu ku di 1977’an de xwendekar bû û tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibû tiştên wê rojê hatin jiyîn vegot: “Pîrozbahiya 1976’an pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya herî girseyî ya Tirkiyeyê bû. Dihat payîn ku ev roj jî wisa be. Wisa jî bû. Hawiara siyasî ya Tirkiye tê de bû jî hebû. Tevgereke çep a xurt hebû. Her diçû xurt dibû. Têkoşîna çîna karkeran a xurt jî hebû. Ligel vê hawirek cidî ya pevçûnê jî hebû. Di navbera rêxistinên ciwanên şoreşger û komên faşîst de diha tjiyîn. Dîsa eniya rasgir ya Suleyman Demîrel li ser bû û eniya hikûmetê ya netewperest hebû. Bi van re pîrozkirina 1’ê Gulanê gelek bi kelecan hebû. Bêguman fikar jî hebûn.”
‘Gelek kortejên karkeran hebûn’
Sevîlê wiha got: “Ji her alî tevlî bibûn. Pîrozbahî û protestoya herî mezin bû. Karker zêde tevlî bibûn. Ji du aliyan karkek ketin qadê. Ya yekem ji ser Gumuşsuyu ket Taksîmê. Ya din jî ji Saraçhaneyê hat. Gelek kortejên karkeran hebûn. Her kes bi coş bû. Tiştekî neyînî tunebû. Xuyabû yên provakasyon amadekiribûn ji xwe Taksîm hedef girtibûn. Qada tije bibû. Em jin cuda bi coş bûn. Jinên ji kevneşopiya TKP’ê dihatin gelek bi coş bûn.”
‘Bi hezaran kes direviyan heman alî’
Sevîlê daxuyakirin ku dema Kemal Turker diaxivî du sê caran dengê çekan hatiye û wiha pê de çû: “Piştre zêdetir dengê çekan hat. Bi dengê çekan re her kes reviya. Ji ber kesî nizanibû deng ji ku tê. Hema li pey vê panzêr li dora Taksîmê geriyan. Av ber didan. Fikar û alozî zêde bû. Her kes reviya. Em nû ketibûn qadê. Ez nêzî Kazanci Yokuşu bûm. Her kesê dora min bi carekê re winda bûn. Ez jî ketim nav tirsê. Bi hezaran kes direviyan. Wir bi rastî jî wek mahşereke rastîn bû. Cihekî teng û serberjêr bû. Mirov li erdê ketibûn. Her kes li ser wan de derbas bûn. 15 deqeye şûnde min xwe li cihekî hinek din bêdeng dît. Min ferq kir ku ez gelek dur ketime.”
‘ Tirkiye welatê kuştinên kiryar nediyaran e’
Sevîlê dsetnîşan kir ku tevî hemû tiştên hatine jiyîn û komkujiyê bûyer nehatiye ronîkirin û wiha pê de çû: “Tirkiye welatê kuştinên kiryar nediyare. Gotinên Ecevît yên wê demê balkêş bûn. Ecevît got navê Daîreya Harb a Taybet û komeke kontragerîla da û ji provakasyonê berpirs dît. Heta wê demê pêşnûmepirs dan meclîsê. Lê Suleyman Demîerel got ‘Na tiştek wisa tune, Dewlet serdestê her tiştî ye’ Mixabin ev komku jî wek yên din ket nav yên kiryar nediyar.”
‘Em ê bi têkoşînê dîsa bigirin’
Nivîskar Ayşegul Devecîoglu jî got beriya 1’ê Gulana 1977’an de rêxistinbûnek çep a xurt hebûye û ev tişt bi lêv kir: “ Jin bi awayekî xurt di bin navê Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD), Federasyona Komeleyên Jinan a Şoreşger (DKDF) û rêxistinên şoreşger de tevlî 1’ê Gulanê bûne û got: “Em wê rojê wek Rêwiyên Şoreşger tevlî 1’ê Gulanê bûn. Bi sedhezaran kes tevlî bibûn. Dema alozî derket ez wek xeyal bibîr tînim. Cihê em lê bûn (ligel abîdeyê) dihat gulebarankirin. Ligel min dayika Mahîr Çayan, xaltîka Naciye hebû. Mine w jî girt em ketin Bankaya Osmanî. Tê bîra min me wê demê bi awayekî runiştî sirûd digot. Nayê bîra min bi xaltîka Naciye teslîmê kê kir. Em ji bankayê derketin. Berê me dan Kazanci Yokuşu. Nayê bîra min ku ez çawa ji wê aloziyê xilas bûm. Her kes matmayî bû û ditirsiya. Ber otelê tije cesed bûn. Me digot gelo şopa guleyan li ser wan heye an na. Jinek di hişê min de mabû.
Fetisîbû. Li ser kesî şopa guleyan tunebû. Li ber otelê ew rêz kiribûn. Tu car jibîra min naçe. Qada Taksîmê Qada 1’ê Gulanê ye. Bi salan me li wê qadê gaz xwar. Em ê dawiya dawî vê qadê dîsa bi têkoşînê bigirin.”