‘Ev çalakî ji bo me gavek girîng e’

  • 09:02 28 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Reyhan Coşmuşlu ku li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê dimîne yek ji çalakvanên ku ji 27’ê Kanuna 2018’an vir ve bi armanca rakirina tecrîtê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Şemseddin Coşmuşlu ku bavê Reyhan Coşmuşlu ye anî ziman ger Kurd serî raneke wê her tim bi van zordestiyan re rû bi rû bimîne. Ev çalakî ji bo vê yeke gavek grîng e.
 
Reyhan Coşmuşlu di pêvajoya çalakiyên Farqînê de bêyî ku bikeve nava çalakiyan ji her du lingên xwe birîndar dibe. Di nava dorpêça polîsan de radikin nexweşxaneyê. Piştî tedawî bû kirin Girtîgeha Amedê li wir 10 sal ceza hat dayîn û surgûnê Xarpêtê kirin. Herî dawî di Girtîgeha Bakirkoyê de ma û li wir bi rêhevalên xwe re di 27’ê Kanunê de dest bi çalakiya birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Reyhan li ser çalakiya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê hatiye destpêkirin re bi biryar e. Şemsedin Coşmuşlu ani ziman tendurustiya keça wî û hemû çalakvanan di xeteriyê de ne. Divê herkes ji ber vê yekê di nav seferberiyê de be.
 
‘Em he rtim li pişt wê ne’
 
Şemsedin Coşmuşlu bi hestbarî û serbilindî qala keça xwe kir û wiha got:“ Keça min niha di temenê 34 salî de ye. Mirovek dilnizm û têgihiştî ye. Di her biryarên wê de em jê bi bawer in û her tim li pişt wê ne. Bêyî sûc ew di girtîgehan de mahkûm kirin. Niha jî ew ji ber tecrîta li ser Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Ew li ser daxwazek mafdar bi hezaran girtiyên azad re canê xwe feda dike.  Divê ku îktidar dawî li tecrîtê bînin û bi lez serî li rêyên çareserîyê bidin. 
 
‘Em wekheviyê dixwazin’
 
Şemsedin wiha dewam kir:”Ger Kurd serî raneke wê her tim bi van zordestiyan re rû bi rû bimînin. Ev çalakiya greva birçîbûnê ji bo van zordestiyan gavek girîng e. Bi Abdullah Ocalan re  gel tev di bin tecrîtê de ne. Heta ku ji destê me were em piştgirê van çalakvanan e. Tevî em xwecihê vî welatî ne qansî penaberên Sûriyeyê qedir û qîmetê me nîne. Yê ku bi zulmê û zordestiyê re rû bi rû dimîne em in, ji me re ker û bê ziman in. Lê dikarin ji vir piştgirî bide Filistînê. Bila destpêkê pirsgirêkên navxweyî çareser bikin.  Mirin hene birçîbûn heye, ji bo em ji van kiryarên dijmirovane re bêjin êdî bes e divê em tev rabin.”
 
Şemseddin herî dawî anî ziman ku daxwaza wan şer û birakujî nîne, ew wekhevîyê dixwazin.