ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 28 Nîsan 2019
- Rojev
*Reyhan Coşmuşlu ku li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê dimîne yek ji çalakvanên ku ji 27’ê Kanuna 2018’an vir ve bi armanca rakirina tecrîtê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Şemseddin Coşmuşlu ku bavê Reyhan Coşmuşlu ye anî ziman ger Kurd serî raneke wê her tim bi van zordestiyan re rû bi rû bimîne. Ev çalakî ji bo vê yeke gavek grîng e. DÎMEN HEYE
*Di 1’ê Gulana 177’an de ji gelek bajarên Tirkieyê 500 hezar karker hatin Qada Taksîmê. Di êrîşa pêk hat de 34 kesî jiyana xwe ji dest da. Şahidên wê rojê Sevîl Kurtoglu û Ayşegul Devecîoglu wiha gotin: “Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye. Em ê herî dawî dîsa bi têkoşînê wê qadê bigirin.” BI DÎMEN
*Lokman Aslan ê li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê di grevê de ye, ji malbata xwe re ev tişt vegotiye: “Em ê çalakiya xwe bidomînin, yekane peywira we jî ev e ku li derve dengê me bidin bihistin.” Malbata wî jî da zanîn ku ew ji rewşa tanduristiya girtiyan bi fikar in, ligel girtiyane û got wê bêdeng nemînin. BI DÎMEN
*Jinên li Colemêrgê koma ‘Jin jiyan Erbane’ ava kirin, diyar kirin ku ji ber astengiyên li pêş wan xebatên wan nîvco mane û got dixwazin komê ji nû ve rakin ser piyan. Jiyan Tekçe ku mamosta erbanêye ye diyar kir ku çanda erbaneyan ku li ber tunebûnê ye, ji aliyê jinan ve tê xwestin ku bê zindîkirin.
*Sekretera Jinan a BES’ê Banu Aykoç diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşma ‘Ji bo em azadiyê biafirînin, di 1’ê Gulanê de li qadan bin’ wê qadên 1’ê Gulanê tije bikin û got yek ji daxwazên wan rakirina tecrîdê ye. Banuyê bi lêv kir ku ji bo hawira ku faşîzmê pêk tîne ji bidawî bibe divê tecrîd bê rakirin.
*Girtiyê bi navê Zana Yilmaz ku di 5’ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa E dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, dayika wî Gurbet Yilmaz, anî ziman ku rewşa girtiyên di grevê de her ku diçe giran dibe. Zana yê di grevê de , ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê civîkek diyariyî dayika xwe kiriye, Gurbet a ku vê çivîkê qet ji destê xwe danayne wiha got: “Ez her tim civîkê didim destên xwe û lê dinêrim bêhna min pê derdikeve. Ji ber ku ez dema lê dinêrim Zana tê bîra min û tê ber çavên min.”