Pervîn Buldan: 171 rojin mirov ji bo aştî, demokrasiyê di grevê de ne
- 17:15 27 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Pervîn Buldan û Sazaî Temellî, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ziyaret kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, bal kişand ser grevên birçîbûnê û ev tişt got: “Îro gelek kes bedenên xwe dane ber mirinê. Leyla Guven 171 rojin di greva birçîbûnê de ye. Ev 171 rojin mirovan ji bo azadî, aştî, demokrasî û rakirina tecrîdê bedenên xwe dane ber birçîbûnê.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Pervîn Buldan û Sazaî Temellî, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ziyaret kirin. Parlamenterên HDP’ê Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Mahmut Togrul û gelek kesî Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi kulîlkan pêşwazî kirin.
Girseya ku li baxceyê şaredariyê hat gel hev daxûyanî da. Di serî de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Ahmet, anî ziman ku di pêvajoyeke gelek zor û zehmet re derbas dibin û wiha got: “Bi têkoşîn û berxwedana demokrasiya gelan hemû pisgirêk dê bên çareserkirin. Ji ber ku em mafdar in. Em dizanin ku heta azadî, aştî û wekhevî çênebe tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Em bang li kesên ku vî welatê rêve dibin dikin, îro bi hezaran mirovên me di greva birçîbûnê de ne. Xwedî derketina mafê mirovan ne bi tenê berpirsyariya partiya me ye. Em hêvî dikin ku di demek nêz de ev rewş bê famkirin û ji bo jiyana mirovan hemû kes bi dengekî bilind bangawaziyên xwe bikin.”
Qeyûm îmze avêt bin nelirêtiyên mezin
Piştre Hevseroka Girtî ya HDP’ê Pervîn Buldan axaftinê kir. Pervîn, di destpêka axaftina xwe de ji gelê Mêrdînê re spas kir ku xwedî li Şaredariya Mêrdînê derketine û wiha got: “Qayûmê ku hat tayînkirin ji her aliyî ve mafê gel xesp kir. Her wiha qayûmê şaredarî talan kir û îmzeya xwe avêt bin bêhiqûqiyek mezin. Me van hemû yan di dema kampanyaya hilbijartinê de bi were parsve kirin. Ji vê rojê şûnde jî dê bi gel re bê parve kirin. Lê ez bi taybetî dixwazim bibêjim gelek spas ku hûn xwedî hem li vîna xwe derketin.”
‘Em bi bîr û bawerî nêz dibin’
Pervîn, di dirêjiya axaftina xwe de got ku li Mêrdînê ne bi tenê kurd, her wiha mihelmî, suryanî, erep, ermenî û tirk jî bi hevdû re dijîn û wiha axafitna xwe berdewam kir: “Mêrdîn cihê ku gelek kom bi hev re dijî ne. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di demên berê de ji gel re xizmet kirinbû û ji vê rojê şunde jî dê hevşaredarên me xizmetê bikin. Şaredariya Mêrdînê dê tu cudahî neke navbera gel û xizmetê ji gelê xwe re bike. Em bi bîr û baweriyeke wiha nêz dibin û xebatan dikin. Di hilbijartinê de zimanê ku hatiye bikaranîn zimanekî şaş e, di hilbijartinê de kîn û hêrsa ku hat nîşandan şaşe . Lê gel rê neda vê. Di 31’ê Adarê de encamên hilbijartinê ku derketin jî nîşaneya vê ne. Lê belê em dibînin ku kesên ji encamên hilbijartinê ders negirtine û cudakariyê dikin navbera gelan. Lê pêdiviya gel bi azadiya civakî heye. Pêdiviya vî welatê bi lêzgînî bi azadî û demokrasiyê heye. Em ji Mêrdînê bang li kesên ku vî welatî rêve dibin dikin û dibêjin dawî li vê dubendiyê bînin.”
Bang li wezîrê edaletê hat kirin
Pervîn, di domandina axaftina xwe de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê edalet û hiqûq tune ye û siyaseta demokratîk hatiye binpêkirin û ev tişt got: “Tirkiye di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Lê ji vê rojê şunde ji bo edalet, hiqûq û siyaseta demokratîk çi divê em dikarin bi hev re bikin. îro gelek kes bedenên xwe dane ber grevên birçîbûnê. Leyla Guven jî 171 roj in di greva birçîbûnê de ye. Lê belê hikûmeta AKP’ê vê nabihîze û nabîne. Em jî vî tiştî qebûl nakin. Em ji bang li wezîrê edaletê dikin û dibêjin vê bêdengiya xwe xira bikin.”
‘Encamên 31’ê Adarê alternatîf ava kirin'
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axaftinê kir. Sezaî, derbarê hilbijartinan de anî ziman ku li dijî hemû zehmetiyan bi ser ketine û wiha domand: “Tiştê ku aîdê me bû me girt. Li dijî hemû zext û zordariyan, li dijî hemû hîleyên hilbijartinê têkoşînek mezin hat dayîn. Encamên 31’ê Adarê ji gelê Tirkiyeyê re alternatîf ava kir.”
‘Em ji rojên reş derbas dibin’
Sezaî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li dijî dayikan tên kirin û got ku ew di rojên reş re derbas dibin û wiha got: “Em ji rojên reş re îtîraz dikin. Ev îtîraz îtîraza laçika spî ya dayikên me ye. Ev îtîraza dayikan û têkoşîna wan pêşiya Tirkiyeyê dê vebike. Dayikên me îro li ber girtîgehan bir laçikên xwe yên spî dibêjin bila zarokên me bijîn. Dayikên me dibêjin bila azadî, aştî û demokrasi bê vî welatî. Em îro xwedî li dayikên xwe derdikevin û li gel wan in. Wekî ku em ji dengê Leyla Guenv a ku 171 rojin hemû cihanê belav bûye re bibin deng. Divê em vê têkoşîna xwe mezin bikin. îro bi hezaran kes li girtîgehan dest bi grevên birçîbûnê kirine. Jiyana 300 girtiyan jî di xeterê de ye. Divê demildest û bi lêzgînî aştî pêk bê. Divê azadiya civakî pêk were.”
Piştre Hevserokên Giştî û hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bûn. Ahmet Turk li vir derbarê deynan de ew agahtar kirin.