Fîgen Yuksekdag: Ez dayikên biçik spî yên ku hêviyê difirînin silav dikim

  • 16:38 27 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hesabê Twîtterê ya Fîgen Yuksekdag ê girtî, peyamek hat weşandin û di peyamê de çalakiya dayikan hat silavkirin. 
 
Ji hesabê twitter ê  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê girti yê peyameke balkêş hat parvekirin. Di peyamê de wiha hat gotin: "Ez dayikên  laçik spî yên ku hêviyê difirînin silav dikim. Êş, hêrs û wijdana dayikên ku li dijî tecrîd û dîlgirtiyan têdikoşîn, dê teqez bi serkevin. Ez têm destê dayikan û dayikan hembez dikim."
 
Peyama Fîgenê bi wêneyên dayikên ku li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin astengirin û bi otobûsan ji girtîgehê hatin dûrxsitin, hat parvekirin.