2’emîn mihrîcana Şehîd Egîd Cîlo hat lidarxistin
- 15:18 27 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Bi ziman û çanda xwe bixwîne, binivîse û bijî" 2’emîn mihirîcana dibistanan a Kantona Qamişloyê hate lidarxistin.
Bi pêşengtiya Komîteya Çalakiyan ya Rêveberiya Dibistanan ya Kantona Qamişloyê 2’emîn mihrîcana dibistanan ya şehîd Egîd Cîlo ya Kantona Qamişloyê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Her wiha di 29 û 30'ê mehê de wê li bajarê Girkêlêgê û navçeya Tirbespiyê jî were lidarxistin.
Bi amadebûyîna Rêveberiya dibistanan, mamoste, malbatên şagirtan û beşdarbûna bajarên navçeya Amûdê û Til berek mihrîcan dest pê kir. Di bernameya mihrîcanê de stran û govend ji aliyê xwendevanên Bajarê Qamişlo, Tilberek û navçeya Amûdê, dê were pêşkêşkirin.
Di destpêka mihrîcanê de deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Her wiha di mihrîcanê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Zîndanan" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Paşê ji aliyê Desteya Wezaretê Semîra Hac Elî axaftin kir û wiha got: "Karê sereke keyfxweşiyên zarokan e. Em vê mihrîcana berxwedêran pîroz dikin. Bi saya berxwedêran zarokên me bi ziman, çand, nivîsandin, axaftin û bi zimanê xwe distirînin."
Semîra serkeftin ji xwendevanan re xwest û wiha got: "Cihê şahnaziyê ye ku em karibin kêfxweşiyekê di dilê zarokên xwe de bidin ava kirin, ez sipasiya hemû kesên ku ked di ber vê mihrîcanê de dan dikim. Ez serkeftinê ji hemû xwendevanan re dixwazim ji ber ew pêşerojên me ne."
Her wiha mîhrîcan bi Koma Erbaneyan ya Girbawî awaz cûda dan pêşkêş kirin. Koma şehîd Sariya ya Kevana Zêrîn şanoya bi navê "Diziya Bexçe" pêşkêş kirin. Stran ji aliyê koma "Nûpelda" ve hate gotin, herî dawiyê koma şehîd Sariya govend gerandin.
Li navçeya Amûdê koma şehîd Lewend govend gerandin. Şano ji aliyê koma şehîd Yekta Herekol ve hate pêşkêş kirin, Koma şehîd Tariq govend gerandin. Herî dawiyê koma Ciwanên Horî stran hat gotin.
Li bajarê TilBerekê yê ku di bin navê koma kûlîlkên Rojava de tevlî nava mihrîcanê bûn, di destpêkê de strana “Hey Reqîb her” gotin, govenda çanda kûrdî pêşkêş kirin, stranên foklorî gotin, şano li ser fermana 74’an ya Êzîdiyan hat pêşkêş kirin, herî dawî stran hatin gotin.
Hêjayî gotinê ye Mihrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû.