Ji bo girtiyan dê 7 hezar find bê pêxistin
- 14:46 27 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiya '7 hezar find pêxin’ pêk tîne.
Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanyayê (YJK-E), ji bo balê bikişîne ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê çalakiya '7 hezar find pêbixin' li dar dixe. Derbarê çalakiyê de YJK-E, daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Leyla Guven ji bo tarîtiya Îmraliyê biçirîne çûrûska yekem pêxist. Girtiyên azadiyê bi vîneke mezin agirê berxwedanê geş dikin. Agirê azadiyê yê li Ewropayê geş dibe.”
Di daxuyaniyê de qala berxwedana li Ewropayê jî hat kirin û daxuyanî wiha dom kir: "Dê 30’ê Nîsanê em ê 7 hezar find pêxin êm band li dostên xwe dikin bila findek pêxe û bibe dengê girtiyan. Em ê dê 30’ê Nîsanê li hemû bajarên Elmanyayê, li kolan, qad û semtan di saet 18:00’an de, hemwext ji bo 7 hezar girtiyan 7 hezar find pêxin.”