Weqfa Jınên Mexmur: Zarok Kulîlkên me ne

  • 13:36 27 Nîsan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd  Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bo zaroka 5 salî ya ku li kuçukçekçeceya Îstanbolê bi destdirêjiyê re rûbirû ma  jî aliye Weqfa Jinên Mexmurê ve daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: " Ev buyer bî tu awayî nayên qebulkirin. Zarok kulîkên me ne."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd  Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bo zaroka 5 salî ya ku li kuçukçekçeceya Îstanbolê bi destdirêjiyê re rûbirû ma jî aliye Weqfa Jinên Mexmurê ve daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamosteya weqfa jinê Helîma Arar ve hat xwendin û destdirêjiya li dijî zaroka biçûk hat şermezarkirin.
 
Helîmayê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo hemû neteweyan tişta civakê li ser piyan dihêle pîvan û exlaq e. Bê goman ev ji bo hemû zindiyan derbas dar e. Lê mixabin dema ku mirov li dîroka dewleta tirk û faşizma AKP dinêre ji demên Osmaniya  heta roja iro dewleta tirk ji ehelaqê hatiye dûrgîrtin û gel bi kuştin, qirkirin û binpêkirina mafan re rû bi rû hatinine hiştin. 
 
‘Malbat tên sucdarkirin’
 
Dî berdewamiya daxuyaniyê de Helîmayê bal kişand ser kiryarên dweleta tirk û ev tişt got: “Dewlata tirk li ser jin û zarokan taciz û tecawîzê ferz dike. Ev yek di roja me ya iro de jî tê ditin. Zarok  tên tacizkirin tecawuzkirin û firotin firotin û mafê wan yê jiayanê tê bin pêkirin. Li ruxmê kû dewlet vê yeke dibine jî sucdar malbat û zarok dide nişandan. Ew kesên  ku van bûyeran pêk tînin li cihê kû bên cezakirin tên xelatkirin. Heta ku ev mirovên tacîkar û tecawizkar bên cezakirin û mafê jin û zarokan bê parastin wê ev tawana me berdewam bike.”
 
‘Tu buyer bi vi awayi nayê pejirandin’
 
Daxuyanîya Weqfa Jinên Mexmur bi van gotinan bi dawî bû: “Herî dawi zaroka 5 salî ji aliyê çend kesan ve li küçükçekmeceya Stenbolê bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin û terki mirinê hat kirin. Tu buyer bi vi awayi nayê pejirandin, ev rewş dide diyarkirin kû êdi civak ber bi tunebunêve diçe. Em weke xebatkar û perwerdekarên Weqfa Jinên Mexmûrê vê bûyerê û  kuştina zarokan şermezar dikin. Zarok gul, kulilk û paşeroja me ne, em her kêliyekê bi wan ra ne ji bo ku di bihara xwe de geş bibin.”
 
Daxuyaniya Weqfa Jinên Mexmurê bî duruşmên ‘Bimre tacizkar û tecawizkar’ , ‘Bimre ixanet’ bî dawî bû.