Mîhrîcana Şanoyê bi lîstîka 'Tenê Ez' dest pê kir
- 11:23 27 Nîsan 2019
- Çand û Huner
AMED - Mîhrîcana Şanoya Amedê bi lîstîka "Tenê Ez" dest pê kir. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî tevlî mîhrîcanê bûn.
Dê Mîhrîcana Şanoya Amedê duh dest pê kir û dê heta 5'ê Gulanê dewam bike. Mihrîcan bi dirûşma “Heqîqet azad dike” tê lidarxistin. Wê ji Amed, Wan û Stenbolê gelek komên şanoyê tev li mîhrîcanê bibin û her wiha wê ji Mahabadê jî komek tev li mîhrîcanê bibe. Wê mîhrîcana îsal diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya bê kirin ku par jiyana xwe ji dest dabû. Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, parlamenterê HDP'a Dêrsîmê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen û Selçûk Mizrakli û nûnerên saziyên sivîl tevlî merasîma vekirina mîhrîcanê bûn.
Axaftina vekirinê ji hêla şanoger Berfîn Emektar û Ozcan Ateş ve bi kurdî û tirkî hat kirin. Hevşaredar Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli derketin ser dikê û axaftinek kirin. Hulya, diyar kir ku bi hunerê dê birîna bên dermankirin. Selçûk jî destnîşan kir ku hêj çîrok neqediyaye û dê çîrok her tim bijîn.
Piştî axaftin û lîstîka "Tenê Ez" Pervîn Buldan û Sezaî Temellî plaket da lîstîkvanan.
Bernameya mihrîcanê wiha ye:
27’ê nîsanê roja şemiyê
* 15.00: Tenê ez
* 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar)
28’ê nîsanê roja yekşemê
* 19.00: Mal be kol
29’ê nîsanê roja duşemê
* Zargotin zêrgotin e
30’ê nîsanê roja sêşemê
* 19.00: Kozik
1’ê gulanê roja çarşemê
* 19.00: Zabel
2’ê gulanê roja pêncşemê
* 15.00: Zabel
* 19.00: Serûbin (Altust)
3’ê gulanê roja înê
* 15.00: Serûbin (Altust)
* 17.00: Hêzên Palyaço ya Azad
* 19.00: Teyba dawî ya krapp
4’ê gulanê roja şemiyê
* 15.00: Ji akademiyê re raporek
* 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)
5’ê gulanê roja yekşemê
* 19.00: Tartuffe