Li Şehbayê yekemîn car komcivîna Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin
- 10:10 27 Nîsan 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Yekemîn komcivîna Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeya "Bi tekoşîna Ciwanên Şoreşger em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" li kampa serdemê ya Navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yekemîn komcivîna xwe îro li hola kampa Serdem li dar xistin. Hol bi wêneyên Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa "Serî hilde, Şer bike, Efrînê rizgar bike", "Bi rihê berxwedana zindanan serî hilde, tecrîdê têk bibe, Efrînê rizgar bike" hat xemilandin.
Bi beşdarbûna hemû dezgeh û ciwanên şoreşger ya herêmên Efrîn, Şehba, Şêx meqsud ya Helebê komcivîn bi dîwana ji 5 kesan pêk tê hat hilbijartin. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê endama Kongreya Star Zozan Muhemed, li ser navê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Muhemed Ebdo hat kirin, di axaftinê de bal kişandin ser rola ciwanan û wiha hat gotin: "Rizgarkirina Efrînê li ser milê ciwanan e, ji ber ku tevgera me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwantî jî bi ser bikevin."
Her wiha sinevîzyon têkîldarî rola ciwanan a derbarê Şoreşa Rojava de hat temaşekirin. Jinên ciwan yên ku tevlî komcivînê bûn bi ajansa me re axivîn.
'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin'
Rêvebira Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Nesan axivî û got: "Ev yekemîn car li herêma Şehbayê komcivîna Tevgera Ciwanên Şoreşger tê lidarxistin û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz be, li ser asta herêma Efrîn Şehba û Helebê ev komcivîn hatiye lidarxistin ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên ku bi ciwana re çêdibin, ev jî gavek ji gavên pêşketinê ye. Em bi hêvî ne her ciwanek li ser fikira Serok Apo bimeşe û biryarên ku werin girtin bingeha wan biryaran rizgarkirina Efrînê ye."
'Ji bo Azadiya Rêber Apo berxwedana me dê berdewam bike'
Her wiha mamosteya bi navê Rûken Ehmed ya ku beşdarî komcivînê bûye wiha got: "Em komcivîna ciwanên şoreşger li Serok Apo pîroz dikin, em ê bi rihê berxwedana zindanan Efrînê rizgar bikin û weke jinên ciwan li Şehbayê berxwedana xwe berdewam bikin ji bo azadiya Serok Apo."
Em ê bi rihê ciwanên Efrînê vê komployê vala derxin
Rêgaz Hemo jî bal kişand ser berxwedana ciwanên kurd û wiha pê de çû: "Piştî dagirkirina Efrînê gelê Efrînê koçber bû. Ciwanên Efrînê tu car dev ji kar û berxwedana xwe berneda. Niha jî cara yekem komcivîna xwe li dar dixin. Ev yek jî ji dijmin re bersiveke û serkeftina Ciwanên Kurd e. Ciwanên Rêber Apo tu carî teslîmiyetê qebûl nake berxwedanê bingeh digire."
Di berdewamiya axaftina xwe de Rêgaz balkişand li ser armanca komcivînê û wiha got: "Armanca me ji komcivînê re rêxistinkirina ciwanan e, weke ciwan diruşmeya me jî "Bi tekoşîna ciwanên şoreşger tecrîdê bişkîne û Efrînê rizgar bike" li ser vê rastiyê em dimeşin."
Rêgaz wiha dawî li axaftina xwe anî û got: "Tecrîda li ser Serok Apo tecrîda li ser Gelê Kurd e. Bi taybet ciwanên kurd ji ber fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn dijmin vê yekê qebûl nake û êrîş bir ser Efrînê. Dagirkirina Efrînê jî komloya navneteweyî ye.