Girtî Hatîce Kaymak: Em serî natewînin

  • 09:21 27 Nîsan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Girtiya bi navê Hatîce Kaymak li dijî tecrîda li Îmraliyê ev 113 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ye û bi hevkariya malbata xwe peyamek şand: “Ji midûrê girtîgehê bigirin heta gardiyanan, her kes zextê pêk tîne. Bêguman em serî natewînin, em bêden namînin, lê tenê bi me nabe. Ger xwedî li berxwedana me neyê derketin wê tu car hikûmet pêngavê navêje.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 171’emîn de didome. Piştî Leylayê koma li girtîgehan bi heman daxwazê dest bi grevan kirin jî di roja 133’emîn de ne.
 
2 sale girtiye, 112 rojin di greva de ye
 
Hatîce Kaymak ya 24 salî li Pîran a Amedê hatiye dinê û niha li girtîgeha Jinan a Tarsusê girtiye. Hatîce bi armanca rakirina tecrîdê 113 roje di greva birçîbûnê de ye.
Hatîce li Amedê mezin bûye û piştî lîseyê ketiye lêgerînan û di vê pêvajoyê de têkoşîn nas kiriye. Li zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê dema beşa dîrokê dixwend di xebatan de aktîf cih girtiye û di pola 3’emîn de dema hatibû Amedê li cem malbatê hat girtin.
 
Hatîce nêzî 4 mehan li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî maye û piştre surgunê Girtîgeha Tarsusê hatiye kirin. Hatîceyê di her hevdîtina bi malbatê re behsa zextên rêveberiya girtîgehê kir û niha 113 roje di grevê de ye. Hatîceyê di rojên borî de di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re, der barê grevan de agahî da û got divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve.
 
‘Polîtîka zextê tê meşandin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku piştî grevan zext zêde bûne û wiha got: “Her tim cezayên hucreyê didin me, cezayên hevdîtinê didan. Xwarin pir xerab bûn, bi dehan carî me gilî kir lê tiştek nehat kirin. Niha jî tevî ku em di grevê de ne di mijara paqijiyê de jî derbarê daxwazên me yên grevê de tiştek nayê kirin. Carna şekir nayê dayîn. Rojnameyên me nadin.Di televîzyonan de jî em tenê ATV’ê temaşe dikin. Agahiya me ji derve tune. Em ji kesên tên hevdîtinê her tiştî fêr dibin. Li girtîgeha Tarsusê polîtîkayek zextê ya mezin heye. Li ser girtiyan bi awayekî fîlî tecrîd pêk tê. Ji midûrê girtîgehê bigire heta gardiyanan zextan pêk tînin. Bêguman em ê serî netewînin, em bêdeng namînin lê tenê bi me jî nabe.”
 
‘Wê dawî gelek xweş be’
 
Hatîceyê bi lêv kir hinek girtiyên di grevê de xwînê vedirêşin û wiha pê de çû: “Rewşa wan hevalan krîtîke. Lê moralê wan pir baş e. Tevî hemû zextan berxwe didin. Divê gelê me jî li derve berxwe bide. Divê vî barî tenê nedin ser milê girtiyan. Daxwaza me daxwaza hemûyane. Ev daxwaz daxwaza Gelê Kurd, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye. Ev daxwaza hemû cîhanê ye. Divê tecrîd rabe, Birêz Ocalan azad be. Divê zextên li ser Gelê Kurd bi dawî be. Ger yên derve xwedî li vê daxwazê dernekevin wê hikûmet tu car pêngavê navêje. 8 hevalên me dawî li jiyana xwe anîn. Bêguman em naxwazin kesek din ji canê xwe bibe. Lê gelê me dikare pêşî li vê bigire.”
Hatîceyê di dawiya peyama xwe de hemû malbat silav kir û got çi dibe bila bibe wê dawî gelek xweş be.