Dilbirîn Turgut a di greva birçîbûnê de ye ji ber êşê nikare razê

  • 09:18 27 Nîsan 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
MÊRSÎN - Rojnameger Dilbirîn Turgut ku li Girtîgeha Tarsusê  girtiye, ji 15’ê Çile de ye di grevê de ye. Malbata wê ku sê roj berê çû hevdîtina wê wiha got: “Êşa  wê dest pê kiriye.  Lê tevî vê moralê wan bilind e û tu car dest ji daxwazên xwe bernadin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, bi tevlîbûna hezaran girtiyî didome. Bi hezaran girtî rewşa wan hatiye astek krîtîk û girtî bi biryar in ku heta daxwazên wan nên cih şûnde gavê navêjin. Yek ji van girtiyan Rojnameger Dilbirin Turgut a li Girtîgeha Tarsusê di grevê de ye. Dilbirin ji 15’ê Çile de ye di grevê de ye û ji ber vê gelek pirsgirêkên tenduristiyê pê re peyda bûye.
 
‘Di axaftin û dîtinê de pirsgirêkan dijî’
 
Malbata wê 3 roj berê çû hevdîtina Dilbirînê. Malbatê diyar kir ku Dilbirînê gelek kîlo daye û wiha got: “Gelek kîlo dabû. Belkî 10 belkî jî zêdetir. Lê ji bo em xemgîn nebin nabêje. Destê wê wek cemedê bû. Got ji ber êşa piştê nikare razê. Dilbirîn a berê mase bi mase digeriya, vê carê ji cihê xwe ranebû.  Di axaftin û dîtinê de zehmetiyê dikişîne.  Berê jî di çapemeniyê de hatibû dîtin ku rewşa wê ne baş e û xwînê vedirêşe.  Tevî hemû tiştan diyar dikin ku wê şûnde pêngavê navêjin û heta tecrîd bidome wê ew jî çalakiyê bidomînin.”
 
Bi mehan e di grevê de ye
 
Rojnameger Zehra Dogan ku berê hatibû tahliyekirin û hevala Dilbirînê ya koguşê bû wiha gotibû: “Ya di greva birçîbûnê de hevala me ya rojanemeger e, bi gotin û çalakbûna xwe dide hîskirin, hezkirin, jinek xweşik e. Hevala me ya narîn û xweşik, ji bo tevlî çalakiyê bibe bi gotina ‘ez jî divê di çalakiyê de hebim’ bi rojan bi hefteyan israr kiriye. Dilbirîn dilê wê wisa xweş e, roja mirov wê nas dikin mirov dixwazin wan destê wê yên narîn di nav kulma xwe de germ bikin. Dilbirîn li Kerboranê hatiye dinê.  Têkoşînek wê ya mezin a di temenê xwe yê biçûk de bi cih kiriye heye.  Têkoşîn di temenê biçûk de nas kiriye. Piştî mirina  bavê wê ku keyayê gund bûye, wê jî namzetî daniye û  qezenc kiriye. Çawa dest pê kiriye hedef hatiye girtin.  Ew û dayika xwe binçav kirine. Ji ber vê ceza  girtine û fîrarî jiyane.  Dilbirîn hatiye girtin û niha li Girtîgeha Tarsusê ye.”