Jinên Şengalê: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin

  • 09:05 27 Nîsan 2019
  • Rojane
Nesrin Hesin/Vîyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê diyar kirin ew berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyên di grevê de ne slav dikin û gotin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 171'an. Her wiha niha li hemû girtîgehan dora 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Têkildarî mijarê de jinên Şengalê anîn ziman  ku tecrîd ne hiqûqî ye û wiha gotin:"Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin."
 
'Bila kesên xwedî wicdan li dijî tecrîdê bêdeng nemînin'
 
Jina bi navê Nesîma Hecîdê bi lêv kir ku ji bo aştî pêk were divê tecrîd bi dawî bibe û wiha got:"Rêber Apo bi salane ku li Girtîgeha Îmraliyê li berxwe dide. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran kes îro di greva birçîbûnê de ne. Em berxwedana wan hemûyan slav dikin. Em bi saya fikrên Rêber Ocalan gihaştin hedefên xwe. Em ê her dem li pey fikrên Rêberê xwe bin. Bila hemû kesên xwedî wicdan li dijî vê tecrîdê bêdeng nemînin."
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin'
 
Şîrîn Xwede jî wiha got:"Em berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedana zindanan silav dikin. Ew ji bo Rêberê mirovahiyê azad bikin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ev bi salane ku Rêber Apo di zindanan de ye. Em vê yekê qebûl nakin. Hêviya me ew e ku hemû kesên xwedî wicdan li dijî vê neheqiyê dengên xwe bilind bikin. Em bi saya fikrên  Rêberê xwe azad bûn. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin."