Hevşaredara Qoserê Nîlufer: Qayim 25 trîlyon deyn li dû xwe hiştiye

  • 09:03 27 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara HDP’ê ya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, di derbarê deynên ku qeyyum li Şaredariya Qoserê kiriye de axivî û diyar kir ku li gor encamên di destên wan de qayim 25 trîlyon deyn li dû xwe hiştiye. 
 
Hevşaredarên HDP’ê yên Navçeya Qosera Mêrdînê Nîlufer Elîk û Salîh Kuday di hilbijartinên herêmî de ji sedî 70.45 deng girtin û bi ser ketin. Heta niha li gor deynên ku hatine diyar kirin qayimê li Şaredariya Qoserê 25 trîlyon deyn li dû xweştiye. Di derbarê mijarê de Hevşaredara HDP’ê ya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz axivî.
 
Nîluferê, anî ziman ku di dema xebatên hilbijartinên herêmî de ji ber zext û zordariyên dewletê xebatên xwe di nava zehmetiyê de kirine û wiha got: “Me dema xebatên hibijartinê dikir em rastî gelek astengiyan hatin. Mînak dema ku me li gundan xebatên hilbijartinê dikir şûnde em ji wî gundî derdiketin leşker diçûn gundan û gundî tehdît dikirin. Di dema xebatên ku me dikir de tim ji aliyê leşkeran ve em dihatin şopandin. Lê li dijî van hemû astengiyan jî me xebatên xwe berdewam dikir.  Her wiha ji aliyekî ve jî dema pêvajoya hilbijartinê gelek xebatkar û rêvebirên HDP’ê hatin binçavkirin û girtin. Ew bi girtin û bi binçavkirinan difikirin ku em ê gav paş ve bavêjin. Lê belê me tu carî gav paşve nehavêt û em xebatên xwe bi hêztir berdewam dikin. Li dijî van hemû zext û zehmetiyan jî me di hilbijartinê de jî bersivek baş da wan.”
 
‘Li dijî hemû zehmetiyan em bi ser ketin’
 
Nîluferê, bi lêv kir ku dema roja hilbijartinê bi ser ketine gel daketine qadan û li her derê pîrozbahî kirine û ev tişt got: “Gelê ku xwest serkeftina xwe pîroz bike ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin. Her wiha ji aliyekî ve jî piştî hilbijartinê me mazbatayên xwe gelek dereng wergirt. Ji bo ku em mazbatayan wernegirin her tişt kirin lê belê bi ser neketin û me di 9’ê Nîsanê de mazbatayên xwe wergirt. Dema em hatin şaredariyê me dît ku xebatkarên di hindirê şaredariyê de dixebitin dema me dîtin gelek kêfxweş bûn. Em bi gelê xwe bi girseyek xurt hatin şaredariya xwe.”
 
‘Ev şaredarî şaredariya gelan e’
 
Nîluferê, di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wekî hemû şaredariyan qayûmê Şaredariya Qoserê jî talan kiriye û di bin gelek deynan de hîştiye û wiha dewam kir: “Şaredariya ku ya gelan e, qayim vegerandibû girtîgehê. Mirov nikaribû tê de derbas bibe. Hem dîwar bilin kiribûn û hem jî bi têlan dora wê girtibûn. Şibandibûn girtîgehê. Tu ferqa şaredarî û girtîgehê ji hevdû tune bû. Gelê  me ji me re digot dema li şaredariyê karê wan çê dibin naxwazin herin. Ji ber ku wek girtîgehê ye naxwazin biçin. Ji me re digotin ‘piştî ku me şaredarî dest xist yekem dîwarên şaredariyê me rakirin.’ Me jî daxwaza gelê xwe bi cih anî û dîwarên ku hatine bilindkirin hilweşand. Me gelê xwe ji wê zindanê xilas kir. Ev şaredarî şaredariya gelan e. Em şaredariya şefaf esas digirin. Me gel û şaredarî bi rakirina dîwaran gihand hevdû.”
 
‘Spî azadî û aştiyê temsîl dike’
 
Nîluferê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku dema ew dîwarên ku li dor şaredariyê hene dema lê dinêrin şikil û şemayên girtîgehê tên bîra wan û wiha got: “Ji ber vê yekê jî em ê hemû dîwaran bi boyaxên spî boyax bikin. Wekî ku hûn jî dizanin ku spî azadî û aştiyê temsîl dike. Em ê rûpelekî nû vebikin. Her wiha em ê dora şaredariyê bi roniyan bixemilînin.”
 
‘25 trîlyon deynê qayim heye’
 
Nîluferê, di dewama axaftina xwe de behsa deynên ku qayim li dû xwe hiştiye kir û wiha got: “Xebatên me yên li ser deynan hîn berdewam dike. Heta niha 25 trîlyon deynên şaredariyê hene. Her wiha di şîrketên anonîm  û li gel esnafan gelek deyn kirine û deynên wan nedanê. Em hîn van xebatan berdewam dikin. Mînak di deynên şaredariyê de tiştekî ecêp heye; di lîsteyan de dinivîse ku dirênceka ku dimeşe çêkirine û ji ber vê yekê deynên wê hene. Lê dema mirov lê dinêre di hundurê şaredariyê de dirênceka ku dimeşe tune ye. Her wiha di odeya serokan de paceyên ku gule derbas nakin çêkirine û her paceyêk 400 TL yê ye. Her wiha dema mirov ji vî aliyê ve jî dinêre ku ji ber ku ditirsiyan wan paceyan dane çêkirin. Ji aliyekî dinê ve jî deriyê odeya serokatiyê bi şîfre bû. Gava ku em hatin jî me nikaribû vekira. Xebatkarên vê derê piştre bi awayekî derî şikandin û vekirin. Her wiha şîfreyên deriyan nedan me. Mînak dirêncekên şaredariyê berê gilover bû, lê ji bo ku bi tenê mesrefê bikin kirine çargoşe. Me hîn ser beşên din jî lêkolîn nekirine, dê lêkolînên me li ser wan jî çêbibin.”
 
‘Ziyaretên me berdewam dikin’
 
Nîluferê, diyar kir ku piştî mazbatayên xwe wergirtine ji wê rojê vir de gel tim tê ziyaretê û ziyareta wan hîn jî berdewam dike û wiha domand: “Gel dema tê şaredariyê ziyaretê gelek kêfxweş in. Ji me re dibêjin ku dema em bi rehetî tên şaredariyê em dizanin ku şaredarî şaredariya me ye. Ji ber vê yekê jî bi wê kêfxweşiyê tên şaredariyê û ev me jî kêfxweş dike. Ziyaret hîn jî berdewam dikin.”
 
‘Em ê peykerê Ugur Kaymaz dîsa daynin şuna wî’
 
Nîluferê, bal kişand ser Ugur Kaymaz ê 12 salî di sala 2014’an bi 13 guleyan d li gel bavê wî hat kuştin û peykerê Ugurê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatibû danîn. Piştî ku qayim tayînê Şaredariya Qosarê hat kirin, peykerê Ûgûr da rakirin  û ev tişt anî ziman: “Ûgûr zarokekî 12 salî bû û piştî qayim tayînê şaredariyê hat kirin di 12’ê şevê de bi lez û bez peykerê wî hat rakirin. Li ser rakirina peykerê wî gelek bertek çêbûn. Daxwaza gelê me jî ew e ku peykerê Ugur Kaymaz careke din dînin. Em  ê peykerê Ugur Kaymaz careke din li şuna wî daynin.”
 
‘Texrîbatek mezin li Qoserê çêbûye’
 
Nîluferê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê ji vê rojê şûnde gelê me çi bixwaze em ê wê bikin. Em ê li gor daxwazên gelê xwe tev bigerin. Her wiha dema ku me deynên şaredariyê diyar kir em ê binivîsin û li her devera navçeyê daliqînin ku ji bo gel bibîne. Ji aliyekî dinê ve jî li Qoserê taxrîbatek gelek mezin çêbûye. Em ê van texrîbatên ku li navçeyê çêbûne sererast bikin.”