ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 27 Nîsan 2019
- Rojev
*Hevşaredara Navçeya Artemêtê ya Wanê ya bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê. Hevşaredarên HDP’ê yên Artemêtê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Medenî Ozer ji sedî 53,81 bi rêjeya dengan bi ser ketibûn. Têkîldarî biryara YSK’ê û îtîraza AKP’ê ya bila KHK’yî deng bi kar nînin namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Artemêtê Gulcan Kacmaz Sagyigît nirxandin kir. DÎMEN HEYE
*Hevşaredara HDP’ê ya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, di derbarê deynên ku qeyyum li Şaredariya Qoserê kiriye de axivî û diyar kir ku li gor encamên di destên wan de qayim 25 trîlyon deyn li dû xwe hiştiye. DÎMEN HEYE
*Jinên Şengalê diyar kirin ew berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyên di grevê de ne slav dikin û gotin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
*Dema min nû dest bi pirtûka Nivîskara Jin a Kurd Yildiz Çakar a bi navê 'Ev Rê Naçe Buhuştê' kir kelecanekê bi dilê min girt. Çimkî helwest, eleqe û xebatên nivîskara gewre ya ji bo Wêjeya Kurdî hêjayî pesindayinê ye. Rûpelên yekem dema ku min xwend rêwitiyek nediyar bi tasvîrek xweş hatibû ravekirin û ez di bin bandorê de mam. Min meraq kir ka gelo ev rêwîtî wê ber bi ku derê ve biçe. Piştî rûpelên ewil min dît ku bi şêwazek herikbar honandina mijarê didome û di nava rûpelên pirtûkê de hem diêşim hem xeyal dikim. Çimkî mijara pirtûkê hem mijarek hessas hem jî gelek girîng e. Ev mijara girîng bi zimanekî herikbar hatiye honandin. Dema ku mirov pirtûkê dixwîne hês dike. Ya girîng jî ew e ku tu tiştên qewimiye hês bike. JI PÊNÛSA JINAN
*Rojnameger Dilbirîn Turgut ku li Girtîgeha Tarsusê girtiye, ji 15’ê Çile de ye di grevê de ye. Malbata wê ku sê roj berê çû hevdîtina wê wiha got: “Êşa wê dest pê kiriye. Lê tevî vê moralê wan bilind e û tu car dest ji daxwazên xwe bernadin.”
*Li Cizîrê di 2017’an de jina bi navê Feyruz Pulat piştî êşa wê ya ducaniyê dest pê kir şûnde rakirin nexweşxaneyê û ji ber doktorê welîdîna jinan tune bû bi pitika xwe re jiyana xwe ji dest da. Der barê mirina wê de tevî 2 sal derbas bûye jî hîna îdianameya wê nehatiye amadekirin. Wezareta tenduristiyê ku di çarçoveya dosyayê de parastin kir îdia kir ku doktor hebûna jî wê encam neguheriya.
*Yek ji berxwedêra ku di êrîşa Çiyayê Qereçoxê de jiyana xwe ji dest da Nûda Gulbahar e. Di derbarê vê êrîşê de dayika bi navê Sebrê Mihemed wiha qala ken, hêz, bawerî û kelecana qehremana jina Kurd Nûda kir:"Dema ku ew dikeniya bihar dihat. Ez hêvîdar im ku em ê layiqî têkoşîna Nûda bin û xwîna wan dê li erdê nemîne."DÎMEN HEYE