'Hikûmet li hemberî grevan ker, kor û lal e'

  • 16:14 26 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan li Gebzeyê carek din ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Malbatan diyar kirin ku li şûna ku hûn polîsan datînin pêşiya me, hiqûqê pêk bînin. 
 
Çalakiya 18'emîn ya malbatên Girtiyan ya li ber girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê didome. Malbat û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) Gulîstina Kiliç Koçyigît, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, Berdevkê HDP’ê Saluhan Oluç, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy, parêzerên Baroya Stenbolê û gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Malbatên xwestin biçin ber girtîgehê, lê  ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 
 
'Hûn makeqanûnê binpê dikin'
 
Polîsan tenê destûr da wekîl û parêzeran, lê destûr neda malbatan. Wekîl û parêzer demek li ber girtîgehê sekinîn. Pişt re xwestin werin gel malbatan, polîsan destûr neda wekîl û parêzer û malbat bên gel hev û hevdîtina wan asteng kir.
 
Gulîstan Koçyigît bertek nîşanî pêkanîna polîsan da û wiha got: “Ev însan mafên xwe yên makeqanûnî yên aştiyane bikar tînin. Biryara walî li dijî makeqanûnê ye. Hûn nikarin makeqanûnê asteng bikin.” 
 
'Dixwazin bi hêza polîsan malbatan bitepisînin'
 
Malbatan helwesta polîsan bi dirûşmên xwe protesto kir. Malbat ji ber girtîgehê derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gebzeyê bûn û daxuyanî dan. Gulîstan Koçyigît li ser navê malbatan axivî û wiha got: “Kerbûn, korbûn û lalbûna hikûmetê ya li dijî grevên birçîbûnê dewam dike. Qey tu yê bêjî pêvajoyek wiha nîne. Ev bêhiqûqiyek çawa ye? Însan li dijî tecrîdkirinê û astengkirina mafên jiyanê di greva birçîbûnê de ye. Lê dixwazin daxwaza rewa ya dayikan bi hêza polîsan bitepisînin. Li şûna ku hûn polîsan datînin pêşiya me, hiqûqê pêk bînin.” 
 
Parêzer endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Înan Poyraz jî axivî û got: “Em ê parêzertiya gelê kurd berdewam bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê malbatan dawî li çalakiya xwe îro anî û diyar kirin ku dê sibê jî li heman cihî çalakiya xwe dewam bikin.