Walîtiya Amedê hemû rêyên ku diçîn girtîgehê girt

  • 15:21 26 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Walîtiya Amedê bi boneya dê îro Hevserokên Giştî  HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî bidana, hemû rêyên diçin ber girtîgehê girtin. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan Buldan û Sezaî Temellî û şandeya xwe dê îro li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixistana. Walîtiya Amedê bi hiceta daxuyanî neyê dayîn hemû rêyên diçin ber girtîgehê li çûyîn û hatinê re girt. Walîtiyê îda kir ku daxuyaniya hevserokan li dijî qanûnan û hiqûqê ye. 
 
Piştî ku bi fermana walîtiyê polîsan bi maşîneyên zirxî rê girt, çûyîn û hatina li bajêr serûbin bû û herikîna trafîkê hat asta sekinandinê.