Jinên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin çûn serdana Leylayê
- 15:11 26 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - 11 jinên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin, çûn serdana Leyla Guven a ku 170 rojin di greva birçîbûnê de ye.
11 jinên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin û çûn serdana Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 170 rojin di greva birçîbûnê de ye. Parlamenter HDP'ê Salîha Aydenîz, parlamenter Feleknas Uca û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heyetê re çûn serdana Leylayê. Heyeta ku ji 11 jinan pêk tê plaketek diyarî Leylayê kir.
Piştî serdanê li ber mala Leylayê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê heyetê Banu Helepçe axivî û diyar kir ku daxwaza Leylayê daxwazeke mafdar e û wiha got: "Greva birçîbûnê kevneşopiya zindana Amedê ye. Ji bo tecrîd rabe û greva birçîbûnê bi dawî bibe divê gav bên avêtin.” Banû herî dawiyê destnîşan kir ku divê her kesî deng bide dengê berxwedêran.
Piştî daxuyaniyê heyet berê xwe da HDP'a bajêr a Amedê. Heyeta jinan dê parlamenterên HDP'ê yên ku di greva birçîbûnê didomînin ziyaret bikin û piştre bi Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî re hevdîtin pêk bînin.