Li Wanê koma 6’emîn çalakî dewir girt
- 14:58 26 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê koma 6’emîn çalakiyê dewr girt.
Li Wanê çalakiya ji bo piştevaniya girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya welatiyan ku ji 3 rojan carek diguhere li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê didome. Gellek welatî beşdarî çalakiyê dibin û gellek serdan ji bo çalakiyê tên kirin.
Ji çalakvanan Seyfettîn Ertaş diyar kir ku ew çalakiya ji bo piştevaniyê dane destpêkirin dewrî koma 6’emîn dikin û got: “Em dizanin ku êdî çalakvan ber bi mirinê ve diçin. Ji bo kes jiyana xwe ji dest nede divê em bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê. Heta tecrîd rabe em ê vê berxwedana xwe dewam bikin. Tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Tecrîd nehiqûqî ye.”
Nurî Erol jî bi silavdayîna çalakgeran dest bi axaftina xwe kir û got: “Armanca me ew e ku em bibin dengê bi hezaran çalakgeran û Leyla Guven.”