Jinên Çinarê: Zarok nasekinin tu jî nesekine
- 14:57 26 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Navenda Jinê ya Jinwarê bal kişand ser îstismarên li dijî zarokan û ji bo balê bikşîne vê yekê daxuyaniya çapemeniyê da. Jinan gotin:"Zarok nasekinin tu jî nesekine. Ji ber kêmasiyên îktidarê îstismara li dijî zarokan zêde dibe."
Navenda Jinê ya Jinwarê ya Şaredariya Çinarê ji bo bertek nîşanî îstismara li dijî zarok û jinan bide daxuyaniya çapemeniyê da. Hevseroka Şaredariya Çinarê Necla Tamriş, endamên meclîsê yên şaredariyê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê xebatkara Navenda Jinê ya Jinwarê Delal Kizilkan ve hat dayin.
Delal anî ziman ku sûcên zayendî pirsgirêka mirovatiyê ye û wiha got:"Tirkiye di warê îstismara zarokan de di dorên pêş de cihê xwe digire. Pergala zagonan û bêcezabûn, daxistina cezayan dibe sedem ku ev îstismar zêde bibin. Zaroka li Kuçukçekmeceyê ya 5 salî ku hat îstismarkirin di encama polîtikayên şaş de hat îstismarkirin. Tê xwestin ku muhalif jî bêdeng bê hiştin. Divê medya jî di vî warî de peywira xwe bi cih bîne. Divê sûcdar bê teşhîrkirin ne mexdûr. Ji siberojek bi ewle divê parastinek berfireh bê avakirin. Zarok nasekinin tu jî nesekine. Ji ber kêmasiyên îktidarê îstismara li dijî zarokan zêde dibe."
Daxuyanî piştî çepik û dirûşman bi dawî bû.